Ji fermandarên YPG`ê Delîl Ciraf û malbatên şehîdan diyar kir ku serketina ku QSD`ê pêk anî, serketineke mezin e û dîrok şahidê wê ye. Wan got, têkoşîna wan heta pêkanîna serketina mezin û pêkanîna xeyalên şehîdan dê dewam bike.

Bi merasîmeke leşkerî YPG, YPJ`ê û malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo serketinên QSD`ê li Goristana Şehîdan a Qamişlo silav kir.

Di rêûresma eskerî de bi sedan malbatên şehîdan ên Qamişlo amade bûn. Şêniyan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ku bi wêneyên şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Piştî rêûresma leşkerî, fermandarê YPG`ê Delîl Ciraf axivî û got, QSD`ê û hemû hêzên leşkerî yên di bin banê wê de, serketineke mezin kiriye û “dîrok şahidê vê yekê ye, ev serketin bi saya lehengiya mezin a keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.”

Delîl Ciraf destnîşan kir ku têkoşîna wan heta pêkanîna serketina mezin û xeyalên şehîdan dê dewam bike, “serketina mezin şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina wî ji zindana Îmralî ye, ev serketin dê bi yekbûna gelê Kurdistanê pêk were.”

Diya şehîd Serhed ku di hemleya rizgarkirina Şedadê de şehîd bûbû jî got, “Bi vê serketinê xeyalên zarokên me pêk tên û bi rizgarkirina Efrînê dê ruhê wan rehet bibe.”

Piştî ku rêûresmê, şervanên YPG û YPJ`ê û malbatên şehîdan berê xwe da Stada 12`ê Adarê da ku şahiyê li dar bixin.

Li Stadyûma serhildanê

Li Stada 12’ê Adarê, bi dirûşma ‘Me biryar da û em bi ser ketin’ pîrozbahiyeke girseyî li dar ket.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên Trafîkê û yên Hawarî ewlehiya meydanê misoger kir. Ji bo şopandinê jî bi dehan dezgehên ragihandinê di pîrozbahiyê de amade bûn. Bi hezaran şervanên YPJ/YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Erka Xweparastinê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di şahiyê de malbatên şehîdan ên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen bi wêneyên şehîdan cihê xwe girt.

Pîrozbahiyê bi rêûresmke leşkerî dest pê kir. Her wiha şervanên YPJ/YPG’ê li dora qadê bi erebeyên leşkerî geriyan. Di şahiyê de stran li ser şervanên YPJ/YPG’ê hatin gotin.

Di pîrozbahiyê de ji fermandarên YPJ`ê Sema Efrîn, ji fermandarên YPG`ê Hesen Qamişlo, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê bajarê Qamişlo Hevî Sîd, endama Meclisa Qamişlo Şemsîxan Gûlo jî ji beşdaran re peyivîn.

 

ANHA / QAMIŞLO