Kemanger boykota aliyê Kurd bi bîr xist ku berê jî Kurdan biryara boykota hilbijartinên parlemana Îranê dane, lê belê vê carê hin cihêtî û taybetmendiyên xisûsî hebûn. Di vê çarçoveyê de Kemanger îşaret bi pirsgirêk û krîzên siyasî û eskerî yên li Sûrî, Tirkiye û Iraqê kir û got; “Rejîmê bendewariyeke wisa çêkir ku ev hilbijartin dikare di meseleyên demokrasî, azadiya jinê, pirsgirêkên neteweyan de çareseriyekê peyde bike û çarenûsa xwe weke Îran diyar bike.” 

Şêrzad Kemanger îşaret bi wê yekê kir ku di diyarkirina namzetan de Wilayetê Feqî (bi serokatiya Xamaney) û Supayê Pasdaran (Artêşa Şoreşgeran/Mihafizên Şoreşê) xwedî cihekî diyarker in û di pêvajoya namzetdiyarkirinê de ji ber ku namzetên aliyên siyasî, neteweyên cihê û heta ew aliyê jê re “reformîst” tê gotin, hatin redkirin, gelek aliyên siyasî û herweha aliyên siyasî yên Kurd PJAK jî di nav da helwêsta boykotkirina hilbijartinan derxistin pêş.


Boykot helwêsteke hevgir bû

Endamê Meclîsa PJAK´ê Şêrzad Kemanger li ser stratejiya hilbijartinê ya rejîma Îranê û helwêsta aliyê Kurd a boykotê ev nerîn parve kirin: “ Aliyê Kurd ku em jî yek ji pêkhateyên wê ne, me xwest bi boykotê nerazîbûna xwe ji vê sîstemê û bi giştî ji rejîmê re bidin nîşan dan. Di nava aliyê Kurd de helwêsteke hevgir a boykotkirina hilbijartinan raber bû. Ne bi tenê Kurdan, neteweyên din jî ev pirsgirêk minaqeşe kir.”


Hilbijartinê pirsgirêk zêde kirin

Şêrzad Kemanger wekî din îşaret bi wê yekê kir ku mesele bi van hilbijartinên giştî ne bi tenê avakirina serdestiyeke mutleq a Supayên Pasdaran e û işaret bi tehlûkeya gurrkirina pirsgirêkên di navbera gel û neteweyên li Îranê. Kemanger dibêje bi vê yekê rejîm dixwaze di navbera diyanet, gel û neteweyan de pirsgirêkan gurr bike û desthilatiya xwe bi rê ve bibe û nexasim jî di navbera Kurd û Azeriyan de hewldana rejîmê ya bi vî rengî heye.


Boykot nisbî serketî bû

Herçî serketîbûna boykotê ye, Şêrzad Kemanger îşaret bi wê yekê kir ku di hilbijartinên beriya niha de, rejîmê pesnê xwe dida bi wê yekê ku li Kurdistanê beşdariya hilbijartinan xurt e û weha dewam kir: “Lê vê carê wisa nekirin, rejîmê nikarîbû pesnê xwe bide bi rêjeya beşdarbûnê. Ev jî nîşana wê yekê ye ku boykot nisbî serketî bûye. Gelek memûr û karmend mecbûr in dengê xwe bidin, divê qeydiya xwe nîşan bidin. Lê belê tevî jî rastî ew e ku vê carê tevlîbûn gelekî kêm bû.”


Reformîst tenê li Tehranê ne!

Herçî dengvedana serketina reformîstan e jî, endamê Meclîsa PJAK´ê Şêrzad Kemanger dibêje, hîna di dema diyarkirina namzetan de Meclîsa Pisporan ji 3 hezar namzedan bi tenê 30 qebûl kirin û ev her sî jî bi tenê li Tehranê bûn û weha dewam kir: “Heke reformîst Tehranê ji bo xwe weke serketin bi nav bikin, ev xapandin e. Ev bi tenê ji bo ku reformîst biçin ser sindoqan bû. Bi vî rengî wê karîbûna reqabetê bi tenê bi Tehranê sînordar bikin. Di Meslîsa Pisporan de hinek guhertin çêbû. Refsancanî û Rûhanî bi ser ket. Dikare weke polîtîkayeke xwe xilaskirina ji rewşa heyî nîşan bide, lê belê weke serketin dîtin, xwexapandineke cidî ye. Lewre li Îranê parleman ne ew cihê ku bi berjewendiyên gel biparêze, lê belê ew cihê ku berjewendiyên dewletê li dijî gel tên parastin”.


Tawîzên Rojava 

Kemanger dubendiya di nevbera reformîstan û Xameney de jî bi bîr dixe ku piştî dîlgirtina eskerên Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) gotibû, “bila reformîst bi serketinên xwe gelekî serxweş nebin” û wiha peyivî: “Ji reformîstan re Xameney dibêje,’we ambargo bi dawî kir, êdî erka we bi dawî bû’. Ewrûpa û cîhana rojava gelek derî li Îranê vekirin ku bi siyaseta xwe dewam bike. Li herêmê, nexasim bi destê Erebistana Siûdî zexteke giran li Îranê hat kirin. Welatên Ereb tevahiya têkiliyên xwe li gel Îranê qut kirin, lê welatên Ewrûpî derî li Îranê vekirin. Lê belê bi vî rengî pirsgirêkên siyasî, neteweyî li Îranê nayên çareserkirin, ev weke davekê ye. Ev dike ku pirsgirêkên siyasî û yên neteweyan kûrtir bibin. Destwerdana Îranê li Sûriye, Yemen, Libnanê darî çav e, lê belê dîsa jî welatên rojava siyaseta tawîzdanê li hemberî wê dimeşînin.”


Avakirina neteweyên demokratîk 

Herçî siyaseta PJAK´ê ye ji bo çareseriyê, Şêrzad Kemanger got, PJAK´ê çareseriya pirsgirêkên neteweyan û gelan bi rengê ku îradeya wan xwe bide der, “xistiye pêşiya hemû kar û barên xwe” û weha dewam kir: “Hewldanên me ji bo nehiştin û kêmkirina nakokiyên çêkirî di navbera gelan de weke di navbera Kurd û Azeriyan her hebûn û qismî jî bi ser ketine. Berê netewe û rêxistinên wan ên cihê dijberî meseleya neteweya Kurd bûn. Niha ev ne wisa ye. Têkiliyên me bi wan gelan re hene. Desthilatdar nakokiyan çêdikin, lê em ê nekevin vê xefkê. Li Îranê, li hemberî rejîma dagirker û destwerdanên ji derve helwêstên me yên siyasî hene. Têkoşîna me ji bo avakirina neteweyên demokratîk, weke Kurd, Azarî û Fars heye li Îranê. Wekî din em dixwazin bereyeke çepgirên demokratîk ava bikin ku karibe li dijî siyasetên gelan dike dijminê hev bisekine, bibe xwedî proje. Ev hewce ye. Herçî Kurd in tecrûbe û potansiyel heye, lê netewe û gelên din, tevgerên çepgir û azadîxwaz marjînal bûne hem li Îranê û hem jî derve. Em dixwazin vê xurt bikin û bi ser kevin.” 

Endamê Meclîsa PJAK´ê Kemanger îşaret pê kir ku ew pê bawer in ku Îran dikare pirsgirêkên xwe bi awayekî demokratîk çareser bike û Kurd jî dikarin bi projeya konfederalîzma demokratîk, bi şêweyê xweseriya demokratîk, cihê xwe têde bigirin; û ew vê têkoşînê bi diyalogê pêşniyazî gelên din jî dikin.     


LUQMAN GULDIVÊ