Piştî parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo nûve darizandinê serî li Dadgeha Makeqanûnê dan û serlêdana wan hat redkirin, parêzeran vê carê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di sala 2003 û 2005’an de DMME’yê biryar dabû ku mafê Ocalan ê parastinê ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye îhlal kirin, ji ber vê Tirkiye hatibû mehkûmkirin û dîsa pêşî li nûve darizandinê hatibû vekirin. Lê Tiriyeyê ji bo Ocalan ji nûve neyê darizandin qanûna taybet derxistibû.

Parezerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jî nûve darizandinê serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dabûn û serlêdana wan hatibû redkirin. Piştî serlêdana parêzeran hat redkirin, parêzeran dosya bir DMME’yê. 


Qanûn derket lê neket dewrê

Biroya Hiqûqê ya Asrînê ku parêzertiya Ocalan girtiye ser xwe, Prz. Cengîz Yureklî der barê serlêdanê de agahî dan. Yureklî diyar kir ku piştî di sala 2003’yan de Qanûna bi hejmara 6459 di çarçoveya 4’emîn Pakêta Darêzê de hat derxistin û jî nû ve pêşî li darizandinê vebû, wan serlêdana ji nûve darizandinê kiriye. Piştî mercên itirazê hatine redkirin wan serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) daye û ev tişt got: “Piştî serlêdan ji hêla AYM’ê ve jî hat redkirin, hiqûqa navxweyî bi dawî bû. Ji ber wê me di 6’ê hezîrana 2016’an de dosya bir DMME’yê û me xwest Ocalan ji nû ve bê darizandin.”




DMME’yê Tirkiye mehkûm kir

Yureklî got ku darizandina Ocalan a di sala 1999’an de derveyî hiqûqê hatiye kirin, bi vê pêvajoyê re, DMME’yê biryarên Tirkiyeyê yên di salên 2003 û 2005’an de girtiye wekî îhlal pênase kirine û di vê der barê de Tirkiye hatiye mehkûmkirin. Yureklî biryara îhlalê ya ji hêla DMME’yê ve hatiye piştrasrkirin jî bi van gotina nirxand: “Ocalan demek dirêj di bin çavan de hatiye giritin, di vê pêvajoyê de rêyên hiqûqî hatine xitimandin, hevdîtinên bi parêzeran re hatiye astengkirin, nehiştin ne bi xwe ne jî parêzerên wî xwe bigihînin dosyayên wî û bi sedemên wiha, dîsa ji ber darizandina li dadgeha leşkerî, her wiha diviya bû li dadgeheke serbixwe bihata darizandin. Ji ber ku ev pêk nehatin der barê Tirkiye de biryara îhlalê hat dayîn. Ji bo telafiya vê divê Ocalan ji nûve bê darizandin û li dadgeheke serbixwe mafê parastinê ji bo wî bê dayîn û ji nûve bê darizandin.”



Ji bo Ocalan neyê darizandin...

Yureklî di dewama axaftina xwe de li ser qanûna taybet a ji hêla Tiriyeyê ve hat derxistin jî sekinî û piştrast kir ku Tirkiyeyê ji ber ku dizanibû dê DMME biryareke wiha bide, ji bo Ocalan ji nûve neyê darizandin qanûna taybet derxistiye û wiha pêde çû: “Bi vê qanûnê pêşî ji nûve darizandina Ocalan dan girtin. Serlêdanên parêzeran jî hat redkirin.”




200 kesî maf bi dest xist

Yureklî bi lêv kir ku 200 kesên ku wekî Ocalan ji nûve darizandina wan hatibû redkirin, bi sererastkirina qanûnê ya nû re, ji nûve mafê darizandinê bi dest xistine û wiha axivî: “Em wekî berdevkên hiqûqî yên Ocalan me di sala 2013’an de bi qanûna nû re ji bo Ocalan ji nûve bê darizandin, bi şertên hiqûqî re di çarçoveya nirxandinên komîsyona meclisê re me ev daxwaz kir. Di daxwaza me de heke dadgeh di qinaetekî cuda de be, heke qanûna cudabûn û rêgeza wekheviyê hatibe îhlalkirin dê berovajiyê biryara AYM’ê biryar bê dayîn. Me wekî tişta spartinê betalkirin û îçtihatên DMME’yê pêşkeş kirin. Mercên herêmî yên wekî 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê beyî ku tu hincetî bide nîşan, bi heman qanûnê serlêdana me red kir. Em çûn mercên itirazê. Mercên itirazê jî beyî ku tu hincetî bidin nîşan serlêdana me red kir. Me serî li AYM’ê da. AYM’ê jî serlêdana me ne esasî bi ûsûlî red kir.”



AYM’ê serlêdan bi esasî lêkolîn nekir

Yureklî destnîşan kir ku AYM’ê bi zanebûn û bi awayekî polîtîk hilbijariyek nekiriye û beyî ku serlêdana wan li ber çavan bigire, red kiriye û ev tişt anî ziman: “AYM’ê berê der barê heman serlêdanan de biryara esasî dabû. Ji ber wê serlêdana me bi esasî lêkolîn nekir. Ne xwe dê biryareke erênî bida.” Yureklî da zanîn ku Wezîrê Dadê bi xwe di bernameya televîzyonê de diyar kiriye ku Ocalan di nava kesên ji nûve darizandinê de cih nagire, dosyayên heyî niha hejmara wan 221 in û Ocalan ji derveyên van tên girtin û divê dadgeh serlêdanê red bike.




‘Girtekên dadgehê jî nadin Ocalan’


Yureklî di dawiya axaftinên xwe de got ku ji bo nûve darizandinê divê parastina tam ji bo dadgehê bê dayîn û wekî parêzerên Ocalan divê bi wî re hevdîtinê pêk bînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di vê der barê de nêrînên Ocalan bên girtin. Dadgehê der barê hevdîtinên parêzeran de bersiv neda. Gotin ev tasarrufeke îdarî ye, ji bo wê jî mafê axaftinê ne yê wî ye. Ya rast hevdîtina parêzer û miwekîlê wî di tasarûfa dadgehê de ye. Di pêvajoya 5 salan de hevdîtinên parêzer û miwekîl hatin redkirin. Me ji dadgehê re got ‘Heke hûn hevdîtinameya bi miwekîlê me re asteng dikin, wê demê girtekên dadgehê bidin miwekîlê me.’ Lê dadgehê bersiva vê jî neda. Tevlêbûna Ocalan a dosyayê jî bi awayekî zimnî hat redkirin.” 


 DÎHA/ENQERE