
Serlêdana 250 parêzeran a ji bo çûyîna Îmraliyê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya dewleta Tirk ve hat redkirin.
250 parêzerên ji bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn, Mûgla, Colemêrg û Mêrdînê, bi rêya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ev serlêdan red kir.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve 707 caran serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê bi îdîayên “rewşa nebaş a hewayê”, “keştî xerabe ye”, “keştî tê tamîrkirin” û “Rewşa Awarte” nayê qebûlkirin.
STENBOL