Egîtîm-Sena Amedê, bi pêşniyarî û organîzekirina komîsyona zarokan, li ser navê Abdullah Duran, ji sala 2007’an û vir ve pêşbaziya çîrokan a Abdullah Duran li dar dixe. Sendîka îsal 8’emîn pêşbaziyê lidardixe.Abdullah Duranê 9 salî ku di bûyerên 28’ê adara 2006’an ên Amedê de ji aliyê polîsên AKP’ê ve hat qetilkirin bi pêşbaziyê tê bibîranîn.

Egîtîm-Senê li ser armanca pêşbaziyê di daxiyaniya xwe ya nivîskî de wiha gotibû: “Ji vê pêşbaziyê mebest ew e ku bi qasî dilopekê jî be, zêdebûnek li deryaya ziman û wêjeya Kurdî pêk were. Dîsa em dixwazin ev pêşbazî bibe kevneşopiyeke komeleyê û em bala raya giştî bikêşin ser çareserkirina pirsgirêkên aştiya mayendî, biratiya gelan, wekheviyê û dadê. Û hêvî, mebest û daxwaza her timî û mezintirîn ew e ku di tu temenî de kes bi destê kesî/an neyê kuştin.”  Di pêşbaziyê de berhemên ku serkeftî bin dê bên xelatkirin li gorî vê yekê berhema yekemîniyê 1000 TL, ya duyemîniyê 750 TL, ya sêyemîniyê  500 TL ew ê xelata pere bigire. Ligel vê dê xelata mansiyonê jî werin dayîn.

Şertên pêşbaziyê  
Zimanê pêşbaziyê Kurdî (kurmancî,kirdkî) û tirkî ye. Çîrok dê ji hêla bikaranîna zimên, wêjeyî, tevin û nirxên mirovane bêne nirxandin. Ji hêla mijarê (tema) ve beşdar serbest in. Dibe ku ji bo zarokan an jî ji bo mezinan hatibin nivîsandin. Divê çîrok bi hêsanî bêne xwendin û heke pêkan be bi riya internetê, yan bi flaş dîskê bigihin ber destê me. Divê çîrok berî 31.12.2014’an bigihine ber destê me. Çîrokên ji bo pêşbaziyê bigihin ber destê me, li xwediyên xwe nayên vegerandin û mafê Eğitim- Sen Şaxa Amedê heye bi her awayî wan çap bike. Li gorî derfetan, çîrokên xelatwergirtî dê çap bibin û dê bêpere li gel bêne belav kirin. Di çîrokan de sînorkirina rûpelan tuneye lê çîrok divê li gorî formata çîrokê bin. Beşdar, di her zimanekî/zaravayekî de, tenê bi çîrokekê dikarin beşdar  bibin.
Divê berhem li tu deverê nehatibe çapkirin. Encama pêşbaziyê dê di 18.03.2015’an de aşkere bibe. Merasîma xelatan dê di 27.03.2015’an de pêk were.  Ji bo kesên bixwazin tevli pêşbaziyê bibin navnîşana qebûlkirina berheman ev e; Egîtîm Sen Diyarbakir Şubesî Kalender Center Qat:6 No:9 Yenîşehîr-Amed. E-maîl jî;  abdullahduranoyku@hotmail.com e.

AMED