Şerm bike Elmanya!
Şervanê YBŞ û YPG´ê yê berê yê Elman Martin Klamper ê ku mana xwe ya li Rojava û Şengalê weke dema herî xweş a jiyana xwe terîf dike, dibêje, wî li dijî terorîstên DAIŞ´ê şer kir lê bi îdîaya endametiya rêxistineke terorîst a biyanî dewleta Elman doz lê vekiriye.
Martin Klamper li Iraq û Sûriyê şerê DAIŞ´ê kir. Niha ew vegeriyaye Elmanyayê. Lê belê rayedarên Elman li şûna ku bi rêzdarî pêşwazî bikin, ew xistin ber dozên li dijî terorîstan diviya bên vekirin.
Martin Klamper ji bo pêşwazîkirina xwe ya beriya bi demeke kurt a li Elmanyayê bi destê rayedarên Elman dibêje, “Hîna li girtîgehê polês li benda min bû. Piştî ku bi saetan ez rawestandim, polêsekî daîreya sûc piştre ez dam dûv xwe.
Li wir di lêgerîna valîzên min de sembola YPG´ê dîtin, ku min bi xwe re anîbû. Wan ev weke delîlê dît ku ez endamê YPG´ê bûme. Paşê min diviya pasaport, nasname û telefona xwe ya destan bida wan. Hemû hatin desteserkirin. Ji min re gotin, ez hatime binçavkirin. Tohmetbariya li dijî min jî, ew bû ku ez endamê rêxistineke terorîst li derveyî welêt bûme li gorî benda Qanûna Ceza 129b´yê.”
Ji Reqa heta bi Efrînê
Şervanê YPG û YBŞ´ê yê berê, Martin Klamper, paşê hat berdan, lê qedexeya derketina derveyî Elmanyayê li ser wî hatiye danîn. Martin Klamper ê ku bê nasname nikare li Elmanyayê kar jî bike, niha hewara xwe gihandiye parêzerekî. Hasil ji bo çûna xwe ya Rojava û Şengalê jî ew hîç ne poşman e û wiha behsa wê dike: “Ez bi giştî 13 mehan li wir, li jêr bûm. Pirraniya demê ez li herêma Şengalê bûm û li wir endamê YBŞ´ê bûm û min şerê DAIŞ´ê dikir. Di dema ku ez li Rojava bûm, di rizgarkirina Reqa de min jî cihê xwe girt da ku bajar ji DIAŞ´ê bê rizgarkirin, û her wiha ji bo bergiriya Efrînê ji êrişkariya dewleta Tirk jî di berxwedanê de min cihê xwe girt. Wekî din di hemleya Dêra Zorê de jî ez beşdar bûm ku li wê herêmê şervanên dawî yên DAIŞ´ê hene.”
Xweştirîn dema jiyana min
Ji bo wê yekê ka, ew mana xwe ya li nav YPG û YBŞ´ê çawa dinirxîne, dibêje, “Xweştirîn dema jiyana min bû.” Ji bo sedemên ku kirin ew berê xwe bide Kurdistanê jî ew dibêje, “Gelek sedem hebûn. Ew vîdeoyên DAIŞ´ê yên li ser Facebookê destpêk bûn.
Ez berê eskerê artêşa federal a Elman bûm û beşdarî operasyonên derveyî welêt dibûm. Min hingê dît ku operasyonên artêşa federal bê mane ne û divê ez bêhtir tiştan bikim da ku alîkariyê bi mirovan re bikim.
Ez hingê di operasyona “EUNAVFOR MED” (Operation Sophia) de bûm û alîkar bûm ku penaber li Derya Spî rizgar bikim. Ev operasyon wisa bû, mîna ku mirov şerê serava eisbergekê bike, û ya mayî nedihat dîtin. Sedemên penaberiyê kûrtir in û DAIŞ jî yek ji wan e.”
Ji ber eskeriya Elman şerm kir
Dema ku Elmanyayê tevî êrişa li dijî Efrînê jî destek dabû Tirkiyeyê, Klamper ê ku bi xwe jî di dagirkeriya Efrînê de di dema berxwedanê de bi giranî birîndar bûbû, gotibû, “Hikûmeta Federal a Elman destûrê dide ku ev biqewime. Ez şerm dikim ku min xizmeta Elmanyayê kiriye.” NAVENDA NÛÇEYAN