Dê û bavê Mazlûm Dag ê li Başûrê Kurdistanê cezayê îdamê lê hatiye birrîn daxuyanî dan çapemeniyê. Wan got, ji bo ku karibin li ber biryara îdamê rabin, wan parêzer girtiye, lê asayîşa PDK´ê nahêle parêzer kurê wan bibîne û wekaletê wekaletê bigire.

 Dayika Mazlûm Dag, Kudret Dag, helwêsta asayîşa PDK´ê û dadgeriya cezayê îdamê birrî, weke şermê bi nav kir. Bav Zekî Dag jî got, “Ez cezayê bidarvekirinê şermezar dikim. Ev ceza li dijî mafên mirovan e. Divê ev ceza were betalkirin.

Malbata Mazlûm Dag ê ku bi hinceta endamê MÎT’ê Osman Kose kuştiye, cezayê darvekirinê li Başûrê Kurdistanê lê hatiye birîn, diyar kir ku îtîraza wan a li biryarê tê astengkirin.

Li Başûrê Kurdistanê 17’ê Tîrmeha 2019’an endamê MÎT’ê Osman Kose, hemwelatiyên Iraqê Nerîman Osman û Beşdar Remezan hatibûn kuştin. Bi hinceta ku Mazlûm Dag ev kes kuştine, cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn. Malbata Dag diyar kir ku îtîraza wan a li biryarê tê astengkirin. Diya wî Kûdret Dag û bavê wî Zekî Dag li ser mijarê li avahiya DBP’ê ya Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist .

Nahêlin Mazlûm Dag wekaletê bide parêzer

Diya wî Kûdret Dag diyar kir ku piştî girtinê bi 5 mehan, wê kurê xwe dîtiye û piştî ku cezayê bidarvekirinê li kurê wê hatiye birrîn jî 3,4 caran wê li girtîgehê kurê xwe dîtiye. Dag bal bire ser wê yekê ku wan parêzer ji kurê xwe re girtine, lê destûr nehatiye dayin ku parêzer ji bo wekaletê biçe ba kurê wê. Dag got, “Ji bo îtîrazê dem dike biqede. Heke kurê min nikaribe wekaletê bide parêzer, pêvajoya îtîrazê wê bi dawî bibe. Parêzer ev sê car in diçe girtîgehê, lê her carê jê re dibêjin, ‘Kesekî wisa ne li vir e’. Ne ji bo hevdîtinê û ne jî ji bo wekaletê destûr nayê dayîn. Em jî dizanin ku li wir e. Hefteya bihurî telefon kir. Ji ber ku deriyê sînor girtiye, ev mehek e em nikarin biçin serdanê.

Bila şerm bikin ji Kurdbûna xwe

Şerm e ku cezayekî wisa dane xortekî Kurd. Ew Kurd in û navê welatê wan Kurdistan e. Şerm e ku cezayekî wisa didin biraderên xwe yên Kurd. Ji ber ku Kurd in û cezayekî wisa lê birrîne, em wan şermezar dikin. Ji bo ku kurê min wekaletê bide, divê destûrê bidin parêzeran. Yan jî divê ji Kurdbûna xwe şerm bikin û vî cezayî betal bikin. Ez bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikin, bila li hemberî vî tiştî helwesta xwe zelal bikin û bêdeng nemînin. Piştî ku girtin, 7 meh paşê ceza lê birrîn. Wijdanê wan çawa qebûl dike.”

Dag diyar kir ku bidarvekirin ne li gorî mafên mirovan û hiqûqê ye û divê ev ceza were betalkirin.

Ne rast e û hew

Bavê wî Zekî Dag jî got, “Ez cezayê bidarvekirinê şermezar dikim. Ev ceza li dijî mafên mirovan e. Divê ev ceza were betalkirin. Şerm e ku du ciwanên Kurd werin bidarvekirin. Di nav Kurdan de bidarvekirin, ne tiştekî rast e.”

Li gorî qanûnên Herêma Federe a Kurdistanê, cezayê bidarvekirinê divê li dadgehên îstînaf û temyîzê were pesendkirin. Piştî pesendkirinê wê biryar pêşkêşî Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî were kirin. Heke Barzanî jî pesend bike, dibe ku cezayê bidarvekirinê pêk were.

 

 NAVENDANÛÇEYAN

 
 

Gelo dixwazin DAIŞ´î her du Kurdan bikujin

Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz ku bi tohmeta li Restorana Hoqqabaz a Hewlêrê rêveberê MÎT’ê yê ji maseya Îranê û Başûrê Kurdistanê berpirsiyar Osman Kose kuştine, hatine girtin, di nava çeteyên DAIŞ’ê de tên hiştin.

Li Hewlêrê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restorana Hoqqabaz rêveberê MÎT’ê yê ji maseya Îranê û Başûrê Kurdistanê berpirsyar, Osman Kose hatibû kuştin.

Asayîşa PDK’ê bi îdîaya kuştina Kose, du ciwanên Kurd ên welatparêz Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz girtibûn. Asayîşa PDK´ê wekî din 3 kesên din bi îdîaya alîkarî dane wan girtibûn.

Dadgeha Başûrê Kurdistanê, 11´ê Sibata 2020´an cezayê îdamê li Mazlûm Dag û Mehmet Beşîkçî birrîbû.

Niha eşkere bû ku PDK, Dag û Beşîksîz di nava çeteyên DAIŞ‘ê de dihêle. Li gorî agahiyên wezîfedarekî girtîgehê dayî, piştî bidawîbûna dadgehê, Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz li beşa DAIŞ‘iyan hatin bicihkirin. Wezîfedarê agahî dayî got, ev yek bi daxwaza Tirkiyeyê hatiye kirin û ji ber ku li Başûr cezayê îdamê nayê bicihanîn, bi vî rengî dixwazin ku DAIŞ’î ciwanên Kurd bikujin.