Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamena Iraqê, Ehmed Hacî Reşîd diyar kir ku li Herêma Kurdistanê 630 hezar û 970 kes bi awayekî neqanûnî mûçeyên pêşmergetiyê û teqawîtbûnê werdigirin.

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamena Iraqê, Ehmed Hacî Reşîd li Silêmaniyê têkildarî bûdceya sala 2018'an û li gorî qanûnê hejmara mûçegirên Herêma Kurdistanê semînerek da.

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamena Iraqê Ehmed Hacî Reşîd got; "Pirsgirêka Herêma Kurdistanê ya îdareya darayî hebû, ne pirsgirêka nebûna pereyan. Piştî sala 2005'an heya 2015'an zêdetirî 100 trîlyon dînar hatiye Herêma Kurdistanê. Eger ev pere ji bo bipêşxistina aboriyê bihata xerckirin, em ê rastî van pirsgirêkên niha nehatibana."

Ehmed Hacî Reşîd diyar kir ku ji Bexdayê gelek pere ji bo Herêma Kurdistanê hatiye û wiha domand; "Kesên sala 2005'an damezirandin, ji sedî 67 dîplomeyên wan ên dibistana seretayî bûn. Her wiha 200 hezar kes bi awayekî neqanûnî hatin teqawîtkirin. Ji derveyî vê 430 hezar çekdar bi navê pêşmergeyan mûçe werdigirin. Her wiha 970 kesên payebilind bêyî ku kar kiribin hatine teqawîtkirin."

Li gorî Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd bi giştî li Herêma Kurdistanê 630 hezar û 970 kes neqanûnî mûçeyan werdigirin. Li aliyê din Parlemana Iraqê li Bexdayê Budceya ku para Kurdistanê ji sedî 17´ê dadixist qederê ji sedî 12´ê erê kir.  


ROJNEWS / SILÊMANÎ