Şervanan diyar kirin ku armanca wan azadiya hemû pêkhateyên herêmê ye û gotin: “Em parastina gelê xwe dikin, serma zivistanê ne xema me ye.” Şervanan diyar kirin ku ew tu carî xema baran û sermayê naxwin û dê bi hemû hêza xwe herêmê ji çeteyan biparêzin û wiha gotin: “Serkeftina Kobanê û Şengalê serkeftina tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên cîhanê ne. Em moralên  xwe ji berxwedêrên Kobanê  û Şengalê digrin  û riya Arîn Mîrkan û hevalên wê dişopînin.”

Şervanê YPG’ê yê bi navê Îbo Kobanê helwesta xwe wiha anî ziman: “Ji bo em gelê xwe biparêzin, baran û serma ne xema me ye.” 

ANHA/SERÊKANIYÊ