
Hin nirxandin hene, divê mirov tenê nexwîne û derbaz nebe, mirov li ser wan nirxandinan têkeve nava raman û lêkolînên kûr, mijara nirxandinan baş hilîne û dayne. Her wisa di navbera wê nirxandinê û pêkhatinên berê, encamên wê, bandora wê ya li siberojê bibe baş binirxîne. Di rojnameya me Yenî Ozgur Polîtîkayê de gelek caran nixandinên pir hêja yên şiyarî dide me, hene. Divê mijarên van nirxandinan bi dorfirehî were têgîhîştin.
Xwerû hişyarî û nirxandinên di gotarên hêja Şoreş Reşî de ji bo têgîhîştina hewldanên dagirkeran gelek girîng in. Lewre ew dîrokzan û ramanwerên dagirkerên Tirk baş dişopîne, li ser fend û fûtên dagirker û qelemşûrên wan gotarên gelek hêja dinivîse. Hewl dide ku bi van gotaran hişiyarî bide nivîskar, ramenwer û siyastmedarên kurdistanî. Wî demekê berê jî ragihandibû ku hin qaşo dîrokzan û profesorên Tirk ketine nava keft û lefta “Medan” wek serweriyeke Tirk nîşandayînê. Her çendî êdî bi her alî ve tê zanîn ku Med bav û kalê Kurdan e jî. Ev mijar di nivîsê Bestûnê de jî baş zelal dibe, lê yên sermaya wan dizî û înkara nirxên gelan be, bê edeb û bê şerm in, bi mejiyê - bi gelek carekirinan, derew jî di mejiyan de bi cih dibe - her hewl didin.
Birêz Şoreş Reşî di gotara xwe ya vê hefteyê de têgîn û naveroka “Tirkên Destpêkê (On Turkler)” derxistiye pêş û ev minak dane: “M. Îlmiye Çig gotiye: “Ön Turkler” 9000 sal berê Mîladê dest bi damezrandina dewletê kirine (ji min: Wê demê hê bavik nebûbûn eşîr). Ji Konfederesyona destpêkê yek Isub-ura-bil e.“ Li gor şiroveya wî mirov têdigîhîje ku behsa navekî kurdan ê wek Subari tê zanîn, dike. Yê din jî Prof. F. Agaoglu ye. Rika wî ev e: “10 000 sal berê Proto Tirk li erdzemîna Anatolyayê hebû. Welatê Tirkan yê qedîm ne navenda Asya û çiyayên Altay bû, Anadolu ye. Zimanê Proto - Tirk li bakurê Mezopotamya, bi awayê herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê bigire nava xwe pêşketibû.“ Xelekek vê Komedyê jî Prof. E. Memîş e. Ew wiha dibêje: Somerî, Hûrrî, Urartû, Skiti û Etrusk jî di nava qewmên Tirk de ne!“
Em carê wisa hîn bûnin, bê gotineke zanyarê biyanî rastiyan napejirînin, ji bo vê em ji zanyar yan jî kesayetiyeke ewropî gotin û nirxandinekê tînin. Ez ê jî wisa bikim, da ku hûn bawer bikin, “di vî karî de jî mar heye!” Albert Memmi yê li ser kirin û helwestên dagirkeran nirxandinên hêja derxistine pêş der barê xiniziyên dagirkeran de nirxandineke wiha tîne:
“…Kolonyalîst ji bo ku bikane ji desteserkirina xwe re bingeheke rewa biafirîne, metnen dîrokê ji nû ve dide nivîsandin, bûyerên xewjînî diafirîne. Naxwaze kêmasî û bêkêriya xwe bibîne, hewl dide ku xwe xwedan meziyetên herî binirx, mirovê herî rêzdar bide pejirandin…”
Edî baş tê zanîn ku pêşiya serwerên Osmaniyan Afgan in. Dayîkên wan jî bi giranî ewropî ne. Heta hebûn û nebûna Tirkan jî gelek caran mijara gengeşiyan e. Li gor lêkolînên genologan li Tirkiyê tenê ji %3 genê Asyayî hene, ji sedî %65 xwedan genên Indo-Ewropî, ji %23 afriqayiyên bakur in û hin jî Samî û kafkasî ne. Dibe ji vê be ew qaşo zanyar û ramanwerên Tirk ji netewa Tirk, zimanê Tirk û dîroka wan re li war û belgeyekê digerin. Li gor vê tabloya genan êdî nikanin netewa Tirk bi Asyayê ve girêdin, li cihê rastiyan bipejirînin, hewl didin tiştên xewjînî biafirînin û bi zorê be jî wê bidin pejirandin.
Jixwe li gel zimanên din gelek gotinên Kurdi dizîne, wek Kekoyê me kiriye “kako”, “bêtir” a me kirine “bêter” peyva “kîrve“ bê guhertin pejirandine, lêkolînerên wan li ser etîmolojiya vê têgînê peyva “kîr” bi farisî ve pîne dikin, lê ji ber ku pozê wan pir kuling e, nikanin pêş xwe bibînin, ji wê nizanin ev paşgîna “ve” ji ku tê. Heta peyva “Tirs” jî van salên dawiyê dizîne û kirin “tirstim” wey tirstim bibe gora zanyariya we!
Ne camêran piştî peyva “Alevî” dan pejirandin, bi sedan pirtûkên çavkaniyên wan wek mînaka “şehdê rovî dêla rovî ye” di xewjîneke tarî de afirandin. Û ezberên bê bingeh di serê Aleviyan de dan rûniştin. Niha jî wê hewl bidin, bi çavkaniyên profesorên wiha sexte, ji vê derewa xwe re jî bingeh dayînin, di pirtûkên dersan de bi cih bikin û çawa rêzdar Şoreş Reşî jî nivisîye, mejiyên nivşên nû bi van ezberên li ser bingehên fend û futan biherimînin. Divê em Kurd kêmarên li welêt ji niha ve şiyarbin û amedekariyên xwe bikin. Bi gotineke kurt û Kurmancî dagirkerên Tirk siberoja xwe yanê “bekaya” xwe di têkçûna me Kurdan, li ser nirx û diroka me rûniştinê de dibînin, em vê firsendê nedin wan.