Li gel girtiyên şoreşger Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî darvekirina 18 kesan ji aliyê rejîma Îranê ve li paytexta Swêd Stockholmê li Qada Sergelê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin. Tevî Partiya Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Karkeran a Komunîst a Îranê-Hîkmetîst û Federasyona Koçberan a Îranê nêzî 20 partî û rêxistinên civakî yên sivîl, ku di bin sîwanê "Li Îranê ji Darvekirinan re Na" de cih digirin, daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî Hasan Rûhanî yê di meha Tebaxê de bû Serokkomar ji bo Wezareta Edaletê Mûstafa Pûrmûhammedî wezîfedar kir, darvekirinên li Îranê mîna tsûnamiyê zêde bû.
Li aliye din li ser navê herêma Stockholmê ya Konederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) Goran Gustavsson peyivî û li gel darvekirinan bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên li girtîgehan. Gûstavsson ragihand ku girtî nayên dermankirin û diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş an jî girtiyên li girtîgehan nexweş ketine, cezayê ragirtinê tê wateya cezayê mirinê. Gustavsson bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya du lîderên karkeran Mohammed Jarra û Reza Shahabî û ji Hikûmeta Îranê re nameya protestoyê şandine.

Li Amedê daxuyanî

Saziyên sivîl ên civakî têkildarî darvekirina siyasetmedarên Kurd ên ji aliyê Rejîma Îranê ve pêk hat, li Park Ormanê kom bibin û daxuyaniyê dan çapememeniyê. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, bal kişand ser gotina Serokwezîr Erdogan a "Em nikarin li hemberî kesên li gelê xwe zilmê bike bêdeng bimînin" û got: "Gelo Serokwezîr Erdogan dê ji bo van darvekirinan çi bêje."
Di çalaikyê de rêveberên KCD, ÎHD, Egîtim Sen, TMMOB, KESK, Meclisa Aşityê MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, GOÇ-DER, Odeya Tabîban, TUHAD-DER, Kurdİ-DER, Komeleya 78'an û gelek kesên din amade bûn.
Girsê di çalakiyê de siloganên "Şehîd namirin", "Qatil Îran dê hesap bide" û "Darvekirin sûcê mirovahiyê ye" berz kirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa Egîtîm Senê Kasim Birtek, daxuyanî da û darvekirinên ciwanên Kurd şermezar kir. Bîrtek anî ziman ku hemû welatên cîhanê li hemberî van darvekirinên siyasetmedarên Kurd bêdeng e û xwest her kes li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilicî jî anî ziman ku wekî saziyên sivîl ên civakî van darvekirinan qebûl nakin û dê li hemberî vê yekê dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin.
 
Li Şaxê çalakiya protestoyî

Li Navçeya Şaxê ya Wanê Rêxistina BDP'ê ya Şaxê bi boneya zextên li ser girtiyên û darvekirinên Kurdan ên ji aliyê Rejîma Îranê ve şermezar bike çalakî pêk anîn. Komê bê navber siloganên "Şehît namirin", "Bijî berxwedana YPG'ê" berz kirin. Di daxuyaniyê de Endamê BDP'ê yê Şaxê Îkram Tucî, diyar kir ku di 28'ê Cotmehê de 12 girtiyên siyasî li girtîgehê rastî êrîşa personelan hatin û ev êrîş nayên qebûlkirin. Tucî darvekirinên ciwanên Kurd ên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin jî rexne kir.

STOCKHOLM /AMED