Komîteya Koordînasyonê ya ji Federasyona Swêd-Kurd, Komala, PDK û YNK'ê pêk tê, bi armanca şermezarkirina darvekirinan, Konseya Rizgariya Neteweyî ya Îranê jî bi armanca protestkirina êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî kampên Ashraf û Lîberty û darvekirinan, li Meydaan Sergel a Stokcholmê xwepêşandanên şermezarkirinê lidar xistin.

Seroka Federasyona Swêd-Kurd Şermîn Aycan Bozarslan destpêkê axivî û diyar kir ku Federasyona Kurd darvekirinên li Îranê bi tundî şermezar dike. Bozarslan got, nabe ku cîhana derve li darvekirina mirovên ciwan li pêşberî gel, temaşe bike û bêdeng bimîne. Bozarslan got, "Divê darvekirinên li Îranê tavilê werin bidawîkirin."
Bozarslan bibîr xist ku bi tenê di sala 2013'an de zêdeyî 500 kes, di nava hefteyekê de 14 Kurd û 16 Belûcî hatine darvekirin. Bozarslan bang li hikûmeta Swêdê jî kir ku ji bo rawestandina darvekirinan bikeve nava tevgerê.
Parlamenterê Partiya Çep Jacob Johnson jî anî ziman ku darvekirinên li Îranê gunehê li dijî mafên mirovan e û ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bîldt xwest ku Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Stockholmê bîne meqamê xwe û jê re ragihîne ku Swêd darvekirinan şermezar dike.  Parlamenterê Partiya Navendê Abîr al-Sahlanî anî ziman ku daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelê li Îranê hewl tê dayîn ji aliyê rejîma paşverû ve bê tepiandin û diyar kir ku darvekirin jî bi vê armancê tê kirin.
Konseya Rizgariya Neteweyî ya Îranê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî kampên Ashraf û Lîberty û protestokirina darvekirinan, roja Şemiyê li heman meydanê xwepêşandanek lidar xist. Xwepêşandêran xwestin 6 jê jin 7 kesên di dema êrîşa li dijî kampa Ashrafê de ji aliyê rejîmê ve hat revandin, bên berdan. Leşkerên Îranê di 1'ê Îlonê de êrîşî kampa Ashraf kiribûn, 52 kes qetil kiribûn û 7 kes jî revandibûn.

Li Fînlandiyayê bîranîn

Li aliyê din girtiyên siyasî yên Kurd yên ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin li Fînlandiyayê hatin bibîranîn. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi armanca bîranîna girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbûllah Gullperîpûr, Reza Mamedî û Şêrko Maarfî yên ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin darvekirin, li bajarê Turku yê Fînlandiyayê merasîmek lidar xist. Merasîm li salona çandê ya Turku bi deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda "Ey Reqîp" destpê kir. Yek ji rêveberên PJAK'ê yê Ewropayê Ehwen Chiyako li merasîmê axivî û diyar kir ku rejÎma Îranê berevajî pêkanîna demokrasiyê hewl dide bi siyaseteke nerm tundî û dijwariya xwe ji cîhana derve re veşêre. Chiyako da xuyakirin ku Îran ji destketiyên gelê Kurd ên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê ditirse û ji xwe ji serhildana gelê li Rojhilatê Kurdistanê vedigire. Chiyako destnîşan kir ku PJAK dê bi pêkanîna azadiyê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, tola şehîdên xwe hilîne. Endamê KNK'ê mamoste Cafer Karîmî jî li merasîmê peyivî û xwest, her kes xwedî li têkoşîna cangoriyên Kurdistanê derkeve. Di merasîmê de her wiha hunermend Reşîd Feyzînejad, Seîd, Kemal, Abdullah Hacî, Ruf û Azîz Nehlî helbest û berhemên xwe pêşkêş kirin û kirinên Îranê şermezarkirin.

 STOCKHOLM/HELSÎNKÎ