
BERLÎN: Li paytexta Almanya Berlînê çalakiyên rûreşkirina terora dewleta Tirk, AKP ê û Erdogan bênavber berdewam dikin. Kurdistaniyên li Berlînê û dostên wan bi mebesta şermezarkirina salvegera koploya navneteweyî ya li dijî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya dewleta Tirk ya li Kurdistanê meşeke protestoyî li dar xistin. Di meşa ku saet di 16.00 an de ji Alexanderplatzê destpê kir û heta Brandenburger Torê bi qasî du saetan berdewam kir de, Kurdistaniyan bênavber dirûşmên wek: Kujer Erdogan, Dewleta Tirk Ji Kurdistanê bicehime, Bijî Berxwdana Cizîrî, Bijî Berxwedana Amedê, Merkel Fînanse Dike, Erdogan Bombe Dike, Panzerên Alman Ji Kurdistanê derkevin, qêriyan. Kurdistaniyan pankartên li ser: Bila Gelkujiya Li Kurdistanê Bi Dawî Bibe, Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû, nivîsandî bilindkirin.
WÛPPERTAL: Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Wûpperatlê, di 11’ê Siabtê saet di 18:00 de li ber Cîty Arkadenê çalakiyek organîze kir. Girseya gel a li vir li hev civiya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt û dûre dest bi meşê kir. Çalakgerên bi qîrîna dirûşmeyan li nava bajêr geriyan, careke din li Cîty Arkadenê vegeriya û daxuyaniyek da çapemeniyê.
FRANKFÛRT: Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi mîtîngekê ku bi sedan Kurdistanî lê amade bûn, terora AKP’ê şermezar kir. Endamê Navendê Eyup Cizîrî li vir peyivî û anî ziman ku Kobanê, Cizîr û Sûr jî wê bi ser bikeve. Di mîtîngê de ji bo meşa sibe ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin.
MARSÎLYA: Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsîlyayê dijîn duh êvarê li ber Walîtiya Marsîlyayê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî AKP’ê dan. Wezîra berê parlamentera partiya desthilatdariyê Marîe-Arlette Carlottî jî destek da vê çalakiyê.
ZURÎH: Gelek Kurdistaniyên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê civiyan, Stasyona Trenê ya Navendî ya Zurîhê dagir kirin û qetlîama Cizîrê protesto kirin.
Di çalakiya ku pankartên Erdogan û AKP’ê lanet dikin hatin vekirin de dirûşmeyên, “Qatil Erdogan”, “Qatil TC” hatin berzkirin, bi armanca balkişandina ser qetlîamên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.
AARAÛ: Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de jinên li stasyona trenê ya navendî ya Aaraû kom bûn jî ji vir heta navenda Aaraû’yê bi meşekê qetlîama Cizîrê lanet kirin.
Di domahiya meşê de dirûşmên li dijî Erdogan û AKP’ê hatin berzkirin, li hember bêdengiya Ewropa ya li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bertek hatin ziman.
ST. GALLEN:Navendek din a ku dewleta Tirk hat protestokirin bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bû. Kurdistaniyên li pêşiya stasyona trenê ya St. Gallenê hatin cem hev bi çalakiyekê qetlîama Cizîrê lanet kirin. Di çalakiya ku bal kişand ser bûyerên li Cizîrê de banga qadan li Kurdistaniyan hat kirin.
BASEL: Her wiha ji bo nirxandina pêvajoyê bi tevlîbûna Siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn li Navenda Civaka Kurd a Baselê civînek gel hat lidarxistin.
Ûzûn da xuyakirin ku gelê Kurd di pêvajoyek şoreşê re derbas dibe, destnîşan kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de wezîfeyên dikevin ser milên wan pêk bînin.
HANNOVER: Meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Hannoverê hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû. Çalakgeran piştî meşa du rojan, ku bi qîrîna dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo” bi qasî 30 kîlometre meşiyan, li ber Parlamenta Eyaletê ya li Hannoverê li hev civiyan. Piştî ku dosyaya ji aliyê NAV-DEM’ê ve hat amadekirin radestî rayedarên parlamentê hat kirin, li vê derê mîtîngek hat lidarxistin. Meşvanan piştî mîtîngê li Navenda Civaka Demokratîk dawî li çalakiya xwe anîn.
BOCHÛM: Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Bochûmê bi meşekê hat şermezarkirin. Meş ji aliyê saziya KOMAW’ê ve hat organîzekirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî destek dan meşê û çalakî bi beşdariya 1500 kesî pêk hat.
UPSALA: Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsalayê dijîn, bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirinê yên hikûmeta AKP’ê li hemberî gelê Kurd dimeşîne û ji bo protestokirina komkujiya li Cİzîrê, meş û mîtîngek lidar xistin. Kurdistaniyên li herêma Dalarna jî dijîn, li ber avahiyên rojnameyên Dalarnas Tîdnîngen û Dala Demokraten ên li herêmê tên weşandin xwepêşandanek lidar xistin. Kurdistaniyan bêdengiya Ewropa û medya Swêdê li pêşberî komkujiyan şermezar kirin.
FALÛN: Kurdistaniyên li bajarokê Falûn ê li herêma Dalarna dijîn, ji bo komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û bêdengiya medya Ewropa û Swêdê şermezar bikin, li ber avahiya rojnameya Dala Demokraten xwepêşandanek lidar xistin. Çalakiyeke din a bi heman armancê li ber avahiya rojnameya Dalarna Tîdnîngenê hat lidarxist.
Li Kolnê ji bo Amedspor meş
Tîmên fitbolê yên Kurd ên li bajarê Koln û derdora wê yên Elmanyayê bi armanca piştevaniya Amedsporê meşek li dar xistin. Girseya ji Qada Domê heta Qada Neûmarktê meşiyan cezayên ji Amedspor û lîstikvanê wê Denîz Nakî re hatiye birîn protesto kirin. Girseyê
Girseya bi banga Kurdistan EU pêr saet 16.00’an li Qada Domê kom bû, bi pankarta “Helwestên xwe yên nîjadperest ên li hember Amedsporê bi dawî bikin, Amedspor ne bi tenê ye” ve dest bi meşê kir.
TJK-E, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, AGÎF, Alinterî, ADHK û Yaşanacak Dunya piştgirî dan meşê. Hin lîstikvanan bi formayên tîmên xwe cihê xwe di meşê de girtin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên rêxistinên tevlî meşê bûne û wêneyên şewitandina mirovên li Cizîrê hatin rakirin.
Di meşê de dirûşmeyên têkîldarî Amedsporê, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” hatin berzkirin.
Komîteya Amadekar a Meşê û di heman demê de Hevseroka Kurdistan EU Tula Ozçelîk jî diyar kir ku vê meşa ji bo neheqiyên li Amedsporê kirine şermezar bikin û balê bikşînin ser êrîşên li dijî gelê Kurdistanê li dar dixin. Bang li klup û lîstikvanên li Ewropa kir ku li qadan deng bidin. Ozçelîk herî dawî ev bang li lîstikvanên jin kir: “Ne tenê lîstikvanên mêr, ez bang li lîstikvanên jin jî dikim ku bên gel hev û li qadan deng bidin.”
Çalakî bi mîtîngek li Neûmarktê bi dawî bû.
KOLN