Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebroyê dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli navenda bajêr belavok belav kirin û xwestin Ocalan bê berdan.
Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebroyê pêk hat. Di çalakiyê de pankartên ji nivîsên azadiya Ocalan, dowîz, alên KCK, PKK, PYD, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Ji ciwanan li Hannoverê çalakî
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Hannoverê hat şermezarkirin. Meşa bi pêşengiya Ciwanên Azad Hannoverê hat lidarxistin, bi beşdariya 600 kesî li Stasyona Navendî ya Hannoverê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li çalakiyê de, tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin şermezarkirin. Meşa ku bê navber dirûşmên “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re aştî”, “Kujer Erdogan” lê hatin qîrîn, sê caran sekinî.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û xwendin. Di axaftina li ser navê Ciwanên Azad de hat gotin, “Tecrîda li ser Rêbertiyê, tecrîda li ser aştiyê ye.”
Li 12 bajarên Swîsre protesto
Li 12 bajarên Swîsre di çalakiyên hemwext de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin. Çalakî li bajarên Basel, Bîel, Cenevre, St. Gallen, Schur, Winterthur, Luzern, Zolothurn, Bern, Lozan, Frîbourg û Aarauyê pêk hatin. Axaftvanan di çalakiyan de bal kişandin ser tecrîda li hember Ocalan û bang hat kirin ku pêwîst e civaka Ewropayê li hember tecrîda li ser rêberekî ku dixwaze aştiyê bîne Kurdistan û Rojhilata Navîn bertek nîşan bidin.
Li dijî tecrîd û komkujiyan meşa dirêj
Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li hemberî gelê Kurd, meşeke dirêj lidar dixin. Meş wê li bajarê Elmanya Wûppertalê di 1’ê Îlonê saet di 09:00 de destpê bike. Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad bang li tevahiya ciwanên Kurd û ciwanên şoreşger sosyalîst ên li Ewropayê dijîn kirin, ku tevlî meşê bibin. Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad, der barê polîtîkayên qetlîemkar ên AKP’ê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin û ji bo meşa dirêj a 1’ê Îlonê banga tevlîbûnê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN