Mihemed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gel li herêma Kobanê li hemberî êrîşên çeteyan û serkeftinên YPG’ê û YPJ’ê pîroz kirin.
Derbarê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji aliyên pêkhateyên hersê herêmên Rojava ve hatiye avakirin de Mihemed diyar kir ku vê rêveberiyê serkeftina xwe îspat kir û li ser vê yekê gelek dewletan ev pêngav pîroz kirin û dane zanîn ku ji bo tevahî Sûriyê mînak e.
Di civîna li gundê Patirzan de jî Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Viyan Mihemed derbarê heman mijarê de axivî û got ku siyasetên ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dimeşîne armanca wê nasnameya gelê Kurd li Rojava têk bibin û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo parçekirina Kurdistanê çi bikin jî nikarin vîna gelê Kurdistanê têk bibin.”
Viyan di berdewama axaftina xwe de got ku pêwîste gel girîngiya şoreşê û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bi dest xistin bizanibe û wiha pêde çû: “Serkeftina şoreşa Rojava serkeftina Kurdistanê tevahî ye.”
Viya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola ciwan û jinan di şoreşa Rojava de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî endamên Yekîtiya Star şoreşa Rojava şoreşa jinan û ciwanan dibînin û pêwîste rola wan di hemû aliyên şoreşê de bête aktîfkirin.” Civîn bi bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû.
Li Amûdê civîna gel
Tevgera Civaka Demokratîk li gundê Qeclê ya girêdayî bajarê Amûdê di çarçoveya şermezarkirina xendekan de civînek li dar xist.
Di çarçoveya hemleya duyemîn a şermezarkirina kolandina xendekan ku bi înîsyatîfa gel hate destpêkirin, Meclîsa Gel a bajarê Amûdê duh civînek li gundê Qeclê bi beşdariya dehan welatiyên gund, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Şahoz Hesen derbarê rewşa siyasî ya ku Rojava têde derbas dibin, axivî.
Hesen di axaftina xwe de bal kişan ser Siyaseta Hikûmeta Başûrê Kurdisatnê ya li dijî gelê Rojava û kolandina xendekan. Her wiha Hesen di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ev siyaset girêdayî Dewleta Turk e û ji bo vîna gelê Kurd bişkînin tê meşandin.
Hesen di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelê Rojava dê li dijî van siyasetan bisekine û dê parastina bajarê xwe bikin.
GIRKÊ LEGÊ/AMÛDÊ