Li Parlamena Herêma Kurdistanê bi dengê 89 parlamenteran yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê hate erêkirin. Tê payîn ku hefteya bê, serokê herêma Kurdistanê li parlamentê were hilbijartin.
Parlamen di 8’ê Gulanê de ji bo dengdana li ser pêşnûmaqanûna ji bo aktîfkirina serokatiya Herêma Kurdistanê û şêwazê hilbijartinê civiyabû.
Di civînê de bi dengê 89 parlamenteran pêşnûmaqanûn hate erêkirin. 12 parlamenteran dengê ‘na’ bi kar anî.
Li gorî qanûna hatî erêkirin, serokê Herêma Kurdistanê wê bi dengê pirraniya parlamenteran were hilbijartin û du cîgirên wî wê hebin. Desthilata wan wê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve were diyarkirin.
Barzanî û Barzaniyê din wezîfedar bike
Niha çav li rê ye ku vê hefteya li pêşiya me serokê herêma Kurdistanê li parlamenê were hilbijartin. Li gorî ragihandina PDK’ê, Tevgera Gorran û YNK´ê jî wê deng bidin namzetê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî. Jixwe ji mêj ve PDK´ê diyar kiribû ku namzetê wan ê serokatiya Herêmê Nêçîrvan Barzanî ye û ji bo serokwezîrtiyê jî kurê serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî hatibûn diyarkirin.
Ji ber ku Nifşê Nû, Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Îslamî ti namzet ji bo serokatiya herêmê diyar nekirine, ji niha ve diyar e ku Nêçîrvan Barzanî wê li parlamenê ji bo serokatiya herêma Kurdistanê were hilbijartin, çawa ku berê PDK´ê diyar kiribû û di bazarên avakirina hikûmetê de jî van herdu aliyên din erê kiribû.
Piştî ku Nêçîrvan Barzanî ji bo serokê herêmê hate hilbijartin, tê payîn ku ew Mesrûr Barzanî jî ji bo pêkanîna hikûmetê wezîfedar bike.
HEWLÊR