R.H. yek ji serokên êla El-Cebûr a bajarê Reqayê ye û şervanekî YPG´ê ye. Li gundê Secil ê girêdayî parêzgeha Reqayê ji dayîk bûye û temenê xwe niha 38 salî ye. R. H. û malbata wî a bi 8 zarokan li bajarê Reqayê diman.
Piştî dagirkirina Reqayê ya sala 2014`an, serokê êla El-Cebûr, R H dagirkeriya Çeteyên DAIŞ`ê li ser xwe qebûl nekir û hewl da ku tevî malbata xwe ji bajarê Reqqayê derkeve û berê xwe bide herêmên bi ewle. Çeteyên DAIŞ`ê rê neda ku malbat ji Reqayê derkeve û jê xwestin ku tevlî Meclîsa Êlan Islamî yên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ya Reqayê bibe.
Piştî ku R H daxwaza çeteyan red kir, çeteyên DAIŞ`ê hevjîna wî jê standin bi hinceta ku gawir e û qanûnên xwedê nas nake.
Paşê çeteyên DAIŞ`ê serokê êla El-Cebûr R.H û zarokên wî ji Reqayê derxistin û R. H. berê xwe dide gundê Eyn El-Arûs ê girêdayî bajarê Girê Spî. R H ji bo tola xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rake tevlî nava refên YPG´ê dibe. Serokê êla El-Cebûr, R.H. beşdarî gelek hemleyên eskerî yên dijî çeteyên DAIŞ`ê bû û cihê xwe di rizgarkirina Hol, Bendava Tişrîn û Minbicê de girt. Niha jî R.H. beşdarî hemleya Xezeba Firatê bûye da ku bajar û hevjîna xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike.
Em ê te ji çeteyên DAIŞ´ê rizgar bikin
Şervanê YPGʹê R.H. bi riya ajansa me nameyek ji hevjîna xwe re şand û got: "Em ê di demeke nêz de bigihîjin Reqayê û te ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û tola te ji wan rakin. Her wiha ez ê beşdarî hemû hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ`ê bibim da ku herêmên Sûriyê bi giştî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bibin."
MÎDIYA HENAN / ANHA / REQA