Bingehê îslamîstên Tirk ta tere digihîje roja ku wan mijara xenîmetê ya di nava îslamiyetê de dîtin û ev wek talan têgihîştin, yan jî ji bo xwe wisa şirovekirin, Ji xwe tê zanîn ku hetanê wê rojê jî, aboriya wan li ser talanê bû. Roja ku hêza wan xwirt bû, berê dest avêtin xîlafetê, ew ji warên pîroz rakirin û anîn Stenbolê, berê dejenere kirin û xistin xizmeta aboriya osmaniyan ya li ser bingehê talanê. Ango xîlafet dejenere kirin, xenîmet jî kirin talan. Ev bingehê wan ê dîrokî ye.  Dema Ebdulhemît jî dema dejenerasyona imparatoriya omanî ye. Ew kes jî mûrşîd û referensa Erdogan e. Hêviya min ew e, Erdogan jî padîşahê dawî yê komara Tirkiyê be!

Ji roja ku Erdogan hatiye ser kar, ta îro, tenê li ser du bingehan karê xwe bi rêve biriye. Yek dest davêje mijareyan, çawa ku çareser bike, lê na, dejenere dike, ku ji wî re bibe, dike xizmeta xwe; nebe jî, dirizîne û ji holê radike. Mantiq, metod, kar û îmana wî ev e.
Berê li hember leşkeriyê elpence sekinî, dest avêt polîsan, bi alikariya dejenerasyon, fetociyan û yasayên tekoşina li dij terorîzmê, ew saziya ewlekariyê dejenere kir û kire xizmeta xwe. Li pey dest avêt, dadgehan, yasa, dad dejenere kir, polîs û dada dejenerekirî wek çekên bêkêr girt destê xwe û berê xwe da muhalîfan.
Li pey jî bi alîkariya DYA yê artêş dejenere kir, serbazên dijberê xwe evêt hundir û bi Necdetê xwe yê kîmyevî xebitî ku xwezaya Kurdistanê jî dejenere bike.
Di wê navberê de ji bo tekbirina Tevgera Azadî qaşo dest avêt pirsgirêka Kurd jî, lê ne ji bo çareserkirinê, tenê ji bo dejenerekirin û fetisandinê. Daku bikane bigihîje armanca xwe, pediviyê wî bi artêşekî xwefiroş û ketiyên ku dikanbûn bibin meşeyên kêrhatî hebû. Lema jî têkçûyên li kuçeyên bajarên Ewropê û metropolên Tirkiyê di bin navên „Kürt Aydini“de civand, ji bo wan afirê TRT6 lêkir, ekranên hemû TV yan vekir û vê re hin gavên ji bo xapandina bala cihanê avêt. Ew mijare bi awayê nîvmiriyê giyan hatî ber qirikê kir û wisa hîşt.
Niha jî, bi hemû hêze xwe ve dixebite ku bikane vê mijara aşitiyê ku tekoşîna Tevgera Azadî, planên DYA û YE ê ew di vê divêtiyê de hiştiye, dejenere bike û ji xeta çareseriyê dûr bixe. Heta bi şêwirmendên xwe yên faşîst ve ziman û helwesteke wisa xiniz û çêrkar, mirovan piçûkxistinê bikartîne ku bikane aliyê Kurd ji aşitiyê dûr bixe û bibêje: „Binêrin, min xwest lê ew naxwazin!“ Ango tu daxwazî û niyeteke wî yê aşitiyê nîne, tenê bi her awayî hewl dide ku mijareya aşitiyê dejenere bike, daxîne sewyeyekê ku tenê rengê teslîmiyet û dejenerasyonê jê biteyîse.
Gava mirov li zimanê Erdogan û nivisê şêwirmendên wî binêre; mirov vê rastiyê bi hêsanî dibîne. Çi dibêje: „Pirsgirêka Kurd tune, ez bi terorîstan re rûnanim. …hin daxwaziyên siyasî yên Îmraliyê hene…. Lê hin şert û şirûtên ku me xwerû danîne pêş van daxwaziyan hene!.. Em rê nadin ku kesên terorîst hemêzkiribin, kesên axaftinên bi me xweş nehatibin kiribin, biçin Îmraliyê!“
Li gel wan wek li Parîsê kujeriyên nuxteyî yên li hemberê pêşengên şoreşê, ji bo têkbirina destkeftiyên Rojava, çeteyan gijê Serêkaniyê dike, operasyonên li Kurdistanê, bombebaranên li ser Qendîlê, tîmê kujêrên şandine Ewropê, qirkirinên siyasî ûhwd!
Jixwe makzagona divîbû ji bo mîsagoririna çareseriya pirsgirêka Kurd bingeheke hiqûqî biafiranda jî, avêtiya pişt salên pazdehan. Wêçaxê kîjan aşitî? Yan dejenerasyon?
Vê dawiyê jî di nava vê geremolê de yasaya talanê anîhatin meclîsê, ev yasa ji zû ve hatiye amadekirin, lê ew dixwezin di nava vê mija qaşo pêvajoya aşitiyê de vê yasayî bide pejirandin, doku çawa kalikên wan gelên ermenî, rûm û suryanî talankirin, ew jî bikanin heyîyên Kurdan talan bikin, vê yasayê didin derxistan. Bi gotineke kurt, li gel qirkirina bi bombe û gazê, girtinên siyasetmedarên Kurd, qirkirineke aboriyê jî dixin jiyanê.
Dema vana dike, li aliyê din jî, bi tekiliyên xwe yên bi koma Şenghay (Rusya, Çîn)  û  avakirina „Artêşa Turanan“ ya di bin navê TAKM de li hemberê DYA û YE yê wek şantaj bikartîne ku ew jî tevê vê dejenerasyona aşitiyê bibin, yan jî jê re razî bibin..
Bi gotineke kurt û kurmancî ev serokwezîr ne kesekî aşitiyê, kesekî dejenerasyon û talanê ye. Koma li dora wî jî hê ji wî faşîstir in. Lema bi van îslamîstên sentêza Tirk-îslam re ne aşitî dibe û ne jî  mirovatî dibe. Hetanê aqubeta wî Fetullah nebe aqûbeta Saddam, wê ne aşitî were Rojhilata Navîn, ne jî projeya DYA yê ya rojhilata navîn pêk were.