
Dem dem bi wesayîtên bombebarkirî jî dixwazin êrîşî hin noqteyan bikin lê ev wesayît jî ligel çeteyên di nav de ji hêla YPG’ê ve bêyî bigihîjin armanca xwe tên îmhakirin. Dîsa tê gotin ku ji ber heta niha bi dehan tangên DAIŞ’ê hatine îmhaki- rin, çeteyan tangên xwe yên mayî di noqteyên asê de veşartine. Niha bi taybetî, top, hawan, doçka û kanasan dem dem jî tangan bi kar tînin.
Di bajêr de DAIŞ şikest
Her çiqas dem dem çapemeniya şerê psîkolojîk nûçeyên mîna “DAIŞ hindik maye deriyê sînor bigire” û “DAIŞ di kolanên Kobanê’de ye” diweşîne jî rastiya ku me li Kobanê dît ne wisa ye. Çeteyên ku bi hêzeke mezin êrîşê dibin ser Deriyê Sînor ê Kobana Serxet (Murşîtpinar), da ku Kobanê ji aliyê bakur ve jî bixin bin dorpêçê û qetlîameke mezin pêk bînin, ev çend roj in ji hêla şervanan ve tên rawestandin û bi çalakiyên şevê ji neçarî dem dem bi paş ve dikişin.
Komên çeteyan nû dikin
Lê ligel di encama çalakiyên şervanan û bombebarana balafirên Hêzên Koalîsyonê de windahiyan didin jî zû bi zû hêzên nû teqwiye dikin û careke din dikevin nava hewldanên êrîşê. Lewre ji roja êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku di 15’ê îlonê de dest pê kiribûn heha niha li gorî daxuyaniyên YPG’ê ku rojane bi raya giştî re parve dike derdora 2 hezar çete hatine kuştin û ligel vê yekê jî bênavber ji van çeteyan re hêzên teqwiye tên. Hem çavkaniyên YPG’ê hem jî Rêveberên Kantona Kobanê diyar dikin ku DAIŞ ji cihên wekî Reqa û Cerablûsê hem çeteyan hem jî cebilxaneyê roj bi roj teqwiye dike û divê hewldanên pêşiya vê yekê bigirin jî hebin.
Xetereya qetlîamê
Rêveberên Kantonê daxwaza xwe ya vekirina korîdorê bi me re par ve dikin û dibêjin ku bi hezaran hemwelatî di bin rîska qetlîamê de ne. Ji bo vê yekê jî divê ev korîdora mirovahiyê demildest bê vekirin. Êrîş ji sê milan ve berdewam dikin û berxwedana şervanan jî bênavber didome.
Serokwezîr di çepera şer de ye
JI HÊLA din ve li eniya şer a Kobanê mînakeke nedîtî heye. Muslim jî di nav de wezîr û rêveberên Kantonê jî ligel temenê mezin, heta serê sibê di çeperan de di nobetê de ne û ligel şervanên ciwan ên YPG û YPJ’ê Kobanê diparêzin. Her wiha hemwelatiyên ku bi tu awayî naxwazin kolanên Kobanê biterikînin jî li tax û kolanên xwe bi kaleşnîkofên li milê xwe di xeta parastinê de ne. Ev hemwelatiyên ku wekî dildarên azadiyê û dildarên Kobanê ne, xema tu şert û mercan nakin û tenê hêviyên xwe bi rojên azad û serfiraziya Kobanê ve girê dane. Bi hezaran dayik û zarok jî ligel hemû êrîşên hovane yên çeteyan jî Kobanê naterikînin û bi vê helwesta xwe hem ji şervanan re dibin moral, hem jî çi kar dikeve sir milên wan bi cih tînin.
ABDURRAHMAN GOK / KOBANÊ