Ev peykerê hanê, li devera sît a Til Xelef hatiye dîtin ku Max von Oppenheim di dema kolanên 1911 ta 1913´an de vedît. Ev peykera hanê xemla qesra melikê Asûrî Kapara bû. Ev peyker hingê birin Berlînê û di dema bombebarandina Şerê Cihanê yê Duyê de zirareke mezin lê bû. Di destpêka salên 2000´î de bi karekî pirr jîrane yê restorasyonê hat rehabîlîtekirin.
BERLÎN