Piştî kuştina fermandarê Hêzên Qudsê yên Îranê Qasim Silêmanî, tevî fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el-Muhendis, doh li Hewlêrê Konsolosxaneya Îranê serdanên sersaxiyê qebûl kirin û taziye danî.
Di nava kesên çûn taziyê de Sekreterê Mekteba Siyasî ya PDK´ê Fazil Mîranî, berdevkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Sefîn Dizeyî, alîkarê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qubad Talabanî jî ji bo sersaxiya Qasim Silêmanî çûn konsolosxaneya Îranê ya li Hewlêrê.
Fazil Mîranî piştî serdanê ji çapemeniyê re axivî û got, “Ji bo taziya Fermandarê mezin, dostê Iraqê û yê miletê Kurd Qasim Silêmanî em li vir in. Em li ser navê serok Mesûd Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mekteba Siyasî ya PDK´ê sersaxiyê dixwazin.”
HEWLÊR