Sersaxî, Mesûd Barzanî û 'miletê me yek e'
LUQMAN GULDIVÊ
Serokê Başûrê Kurdistanê yê hingê Mesûd Barzanî, piştî ku hêzên Kurd bi pêşengiya gerîlayên HPG’ê zora hêzên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de li Mexmûrê bir û bi vê jî tehlûkeya li dijî Hewlêrê berteref kir, çû serdana van hêzan li bereya Mexmûrê. Ew li wargeha Mexmûrê li kêleka şehîd fermandar Têkoşer Gever rûnişt û malavahiya wî û hêzên wî kir. Wî got, "Destê we sax be. Hûn birayêd me ne. [DAIŞ] Dijminê gelê Kurd bû li hemû aliyên Kurdistanê. Miletê me yek e, çarenûsa me hemûya yek e. Hûn birayêd me ne." Fermandar Têkoşer Gever jî li kêlakê bi qasî ji vî dîmenî hatiye weşandin dibêje, belê û gotinên wî erê dike. Malavahiya wî qebûl dike.
Duşema bihurî Navenda Ragihandina HPG’ê da zanîn ku Têkoşer Gever di êrişeke hewayî ya artêşa Tirk de Tebaxa par şehîd bûye; yanî piştî serketina wî ya Kurdistan ji DAIŞ’ê parast bi 5 salên temam. Ya rastî, ez li bendê mam ku serokê PDK’ê Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê bide. Ji rêveberiya nû ya Başûrê Kurdistanê ev hêviya min nebû. Lê ji Mesûd Barzanî dikarî bibêje, "serê miletê Kurd sax be, fermandarekî wî yê qehreman şehîd bû." Qehremaniya vî fermandarî jî wî bi xwe piştrast û tescîl kiriye, çûye cemê, li kêlekê rûniştiye û gotiye, destê sax be, em birayêd hev in... Ev jesta hanê ya insanî hê jî divê biqewime, ev deyneke û wê her di stûyê Mesûd Barzanî de bimîne, heger sersaxiyê nexwaze.
Nivîskara me Gulistan Çiya Îke jî heman roja şehadeta Têkoşer Gever hat eşkerekirin, di quncik nivîsa xwe de îşaret bi tehlûkeyeke ji mêj êdî ne rojeva Kurdan bû, kir: Şerekî çekdarî di nava hêzên Kurd û Kurdistanî de. Sedem jî ew e ku PDK dixwaze û diyar e qismî dest pê kiriye pêşmerge li devereke berê hukmê YNK’ê lê bû, bi cih bike; li Karoxê. Bi vê jî dor wê li gerîlayê Kurdistanê bê girtin û li dijî dewleta Tirk bêparastin bê hiştin. Di rewşeke wiha de îhtîmala şerekî germ derketiye holê ku PDK bi helwêsta xwe ya heyî vediguhere maşikeke siyaseta dagirkerî û qirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî Kurdan û Kurdistanê. Çawa nivîskara me jî hişyar dike, heger dewleta Tirk di şikandina gerîla de bi ser keve, ew ê gav bi gav zextên xwe li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir bike û heta destketiyên heyî jî tine bike. Pratîka wê ya qederê sedsalan jî îsbata vê ya bê şik û guman e. Ha niha divê gotinên Mesûd Barzanî ku niha serokê PDK’ê yê fermî ye divê rê bidin ber biryarên elaqedarî vê rewşê yên PDK’ê. Wî ji Têkoşer Gever û hevalên wî li Mexmûrê çi got ew rast e: " Miletê me yek e, çarenûsa me hemûya yek e." Heviya min e jî ku PDK bi ya van gotinên serokê xwe bike.
[video width="480" height="360" mp4="https://ozgurpolitika.com/wp-content/uploads/2020/04/videoplayback.mp4"][/video]