Komên çete êrîşên xwe li dijî gundên Efrînê berdewam dikin. Derdora gundên Kurdan girtine û hewl didin teslîmkariyê li ser nişticihên van gundan ferz bikin. Komên çete yên kirêkirî mîna rejîma Esed gelê Kurd weke îrade qebûl nakin. Ew dixwazin Kurd eskerên wan bin û li gorî biryara wan tevbigerin. Bibin beşek ji şerê mezhebî yê ku niha bi finans û alîkariya welatên Ereban li Sûriyeyê bi rê ve diçe. Lê dema gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û biryara Xweseriya heremên xwe diyar bike, ew ji bo van komên terorîst dibe hedef û wek “hevkarê rejîma Esed” tê bi nav kirin û bangên şer li dij bilind dibin.

Li Efrînê ev çend hefteyên dawî, komên çete bi hemû hêza xwe dixwazin pişta gelê Kurd bidin erdê û vîna wî têk bibin. Li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) seferber bûne. Bi hemû hêza xwe hewl didin îradeya eskerî ya Kurdên Rojava têk bibin. Van koman dev ji şerê Qisêrê berdane û berê xwe dane heremên Kurdan.Wezîfeya têkbirina YPG wek iradeyek eskerî, serbixwe û hêzdar, ji bo wan hatiye sipartin.
Beriya 2 salan me diyar kir ku dewleta Tirk dê herema Efrînê wek hedef bigre û dê komên çete bi ser Kurdan ve bişîne. Efrîn ji aliyê ceyografî ve dikeve navbera Idlib, Heleb û sînorê Tirkiyeyê ku li wir pîlana avakirina heremek tampon hatiye rêsan. Her wiha Efrîn di tekoşîna azadiya Kurdistanê de bi sedan şehîd dane. Dewleta Tirk dixwaze tolê ji xelkê Efrînê bigire. Ji ber hindê ewê hewl bide herema Efrînê têk bibe, wêran bike û Kurdên wir derbider û koçber bike.
Şervanên YPG'ê heta niha di şerê li himberî komên çete de serdest û xwedî înîsyatîf in. Li gelek deveran derbeyên giran li van koman xistine û bi dehan ji endam û serkêşyên wan kuştine. Tevahiya gelê Efrîn û Rojava bi berxwedana YPG'ê re ye. Serkeftinê ji vê berxwedanê re dixwazin.
Di van rojên dawî de komên çete rastî derbeyên mezin hatin. Gelek ji wan neçarî revê û paşvekişînê bûn. Gelek jî teslîm bûn û doza lêborînê li şervanên azadiyê kirine. Li gel van komên ajan, hin Kurdên xwefiroş jî şer dikin. Ew yekîneya bi navê 'komele' ku serkêşiya wê efserekê berê yê artêşa rejîma Esed bi navê  Bêbawr Mistefa dike, mil bi mil li gel dagirker û çeteyan şerê Kurdan dike. Ev koma xwefiroş û cehş bi çavdêriya îstîxbarata Tirk hate avakirin, çek û finansa xwe ji wir digre. Gelek kesên di rêvibirya wê ya eskerî û siyasî de, berê peyayên rejîma Esad bûn û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî helwest û kîn in. Yek ji wan kesê bi navê Faris Temo kurê Mişel Temo ye. Ev mirov bi salane li dijî yekîtiya gelê Kurd xebitî ye û xwe jî mîna Kurd nanasîne û dibêje; "Em ji binmaleyek Ereb in". Ji ber hindê dergehê xwe ji her kesê ku dijminatiya Kurdan û YPG'ê dikin re vekirî ye û amedekariya xwe ya dijayetiya xebata Kurdên Rojava ji her kesî re diyar dike.
Li aliyekî din, li heremên navendî yên Sûriyeyê rejîma Esad her ku diçe hêza xwe zêde dike û xwe dicivîne ser hev. Di vê dema dawî de li bajarê Qisêrê û bi alîkariya şervanên Hizbullah a Libnanê bi qasî 1300 çekdar kuştin. Derbeyek mezin li hêzên muxalefetê xist. Niha artêşa Esad hewl dide tevahiya Heleb û Humisê ji jêr desthilatdariya komên çekdar yên muxalefetê derbixe. Artêşa Esad niha yekgirtî ye, nema kes jê vediqete. Her weha bi hezaran çekdarên Şiî li gel vê artêşê li dijî komên çekdar şer dikin. Niha şer bûye şerê gerîleyan û nema wek berê şerekî artêşa fermî li dijî komên çekdar e.
Esad xwe bi Îran, Îraq û Şîiyên Libnanê xurt dike û li dijî hêzên muxalefetê dest bi şerekî dijwar kiriye. Hemû Şîiyên Rojhilata Navîn, yên ku bi qasî 100 milyonî hene, li gel Esad in. Ji ber kiryarên komên çekdar û gefxwarina li djî şîi û Elewiyan û tehdîda li ser tirba Hz. Zeyneb a li Şamê, bi hezaran çekdarên şîi niha hatine Sûriyeyê da ku rejîma Esad biparêzin û li dijî komên çekdar şer bikin. Di heman demê de, dostên muxalefetê hêdî hêdî xwe dûrî wê dikin. Sozên alîkariya madî û eskerî pêkneanîn. Rêxsitina Cebhat al-Nasra ku beriya demekê xwe mîna beşek ji 'El Qaîdayê nas kir, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî mîna 'rêxistinek terorîst' hate nasîn. Jixwe DYA beriya demekê ragihand ku ew nema pereyên alîkariya koçberên Sûriyeyê dide Koalisyona Hêzên Muxalefetê ji ber metirsya dizî û bêrêtiyê heye.
Wiha xuya dike ku dewletên ku ev demeke destekê didan muxalefeta Şamê, li  vê helwesta xwe poşman bûne û wê vê alîkariyê bibirin. Ew niha dixwazin çarserseriyek navîn bê dîtin, ku şer bisekine û rejîma wek bingeh bimîne, lê divê Esad tenê saleke din serokatiya welat bike. Rûsiya jî li gel vê yekê ye.
Muxalefeta Şamê di van her du salan de gelek kiryarên çewt û komkujî kirine, ji ber hindê ew niha nema wek berê, tercîha Rojava maye. Vê muxalefetê serhildana gelê Sûriyeyû firot û bi kiryarên xwe dewrî şerekî mezhebî kir. Niha gelek beşên gelê Sûriyeyê ji vê muxalefetê bêzar bûne û dixwazin ew jî li gel rejîma Esad têk here.
Ji bo Kurdan, divê hêza eskerî ya YPG'ê bête xurtkirin û bi taybet li Efrînê li himberî komên çete berxwedanek mezin bête kirin. Eger komên çete pişta Kurdan bidin erdê, wê hemû heremên Rojava dagir bikin. Ji aliyê siyasî jî, hin pêşketin hene: Şandeya Desteya Bilind a Kurd çû serdana Moskovê. Her weha du yekîneyên  Kurd jî biryara xwefesixkirinê dan û YPG wek hêzêk fermî ya tevahiya gelê Kurd li Rojava nas kirin.
Yekîtiya Kurdên Rojava û alîkariya hêzên Kurdistanî dê pîlana hêzên muxalefeta nijadperest  a Sûriyeyê li dijî Kurdên Rojava û heremên wan, têk bibe…