Derbarê lidarxistina kongreya netewî ya Kurd Seîdî Pîre wiha got: “Di rastiyê de hemû pêwîstiyên kongreya Neteweyî amade ne. Sala borî yanî par me gelek xebat li ser kongrey Neteweyî kir. Lê ew bû hilbijartinên Kurdistan, Iraqê û Tirkiyeyê çêbûn, piştre jî pirsgirêka me li gel DAIŞ çêbû. Ji bo wê heya niha Kongre pêk nehatiye. Di rastiyê de kongreya neteweyî daxwazekî kevin a gelê Kurd e. Berê jî pir ji aliyê birêz Mam Celal, Şehîd Dr. Qasimlo, Serok Abdullah Ocalan, Serok Mesud Barzanî li ser nîqaş kirine û hewl dane di şert û mercên guncaw de kongre pêk bê."

Hev fêmkirin çêbû

Seîdî Pîre bibîrxist ku li bakur û Rojava Kurd xwedî hêzê ne û li başûrê Kurdistanê jî hikûmet, parlamento û Serok Komarê Iraq jî Kurde. Seîdî Pîre wiha got: "Hevdu fêmkirin di navbera PDK, YNK û PKK’ê de çêbûye, ji bo ku bi yek mebestê ev kongreya neteweyî pêk bê. Sedema heya niha pêknehatina kongreyê ewe ye ku em qasî 1000 km li gel DAIŞ dinava şer dane. Li sînorê Xaneqîn û sînorê aliyê Îran û heya digehê sînorê Sûriye. Li wir jî bi dirêjahiya sedan kîlometir ji ber di nava şert û mercekî wiha de ye pêkhatina kongreyê wê demê ne karekî ew çend hêsan e. Êrîşên DAIŞ ser xaka Kurdistanê û gelê me dewam dike.
Kongreya netewî dikare vê yekîtiya netewî û ruhê nû yê gelê Kurd bike yek û organîze bike. Niha hemû kes li mala xwe weke hev difirin."

Rêxistinkirin pêwîst e

Seîdî Pîre anî ziman ku di nava partiyên Kurd yên cuda de hewlwestekî nêzî hev heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema tu vane bikî yek û organîze bikî, bi yek ziman li gel dinyayê birêve diçe. Niha zimanên cuda têda ye, YNK şêweyek dixwaze, PDK bi şêweyekî dixwaze û PKK jî bi curekî dixwaze. Dibe hemû wek hev bin. Armanca wan yeke. Li herêma Kurdistan û Iraq du-sê hilbijartin çêbûn. Pitşre li bakurê Kurdistan hilbijartin çêbûn. Piştre hilbijartinên serokkomariyê ya Tirkiyeyê pêk hat. Ev bûyerana bandor li amadekariyên kongreyê kir. "

ROJNEWS/SILÊMANÎ