Hemleya rizgarkirina Reqayê di roja 28`an de bi dijwarî didome. Di çarçoveya vê yekê de, pêr şervanên QSD`ê ketin taxa Hîşam Ebdilmelek a başûrî bajêr. Li vir şerekî giran di navbera şervanan û çeteyan de rûda û heta kêliya ev nûçe dihat amadekirin jî şerê giran didomiya. Li gorî agahiyên bidestketî, gelek çete hatin kuştin, cenazeyên 7 çeteyan û hinek çek û cebilxane ketin destê şervanan.

Li aliyê rojavayê Reqayê jî Şervanên QSD`ê ketin taxa Yermûk û şer di navbera wan û çeteyan de dest pê kir. Di encamê de 9 çete hatin kuştin, depoyeke cebilxanê û mayînan ket destê şervanan. Li aliyê başûr-rojhilatê Reqayê jî şervanên QSD`ê ber bi gundê Retla ve bi pêş ve diçin. Li wir jî şer di navbera şervanan û çeteyan de qewimî. Di encamê de nîvê gundê Retla ji aliyê şervanan ve heta kêliya amadekirina vê nûçeyê hat rizgarkirin.


50 topên hewanê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya hûndirîn ên Reqa endamekî  DAIŞ´ê ku navê El-Zerqawî li xwe kiriye, dema dixwest bikeve gundê Cidydit Xabûr a ser bi Keramê, girtin. Li gel wî çeteyî 50 topên hewanê hatin girtin.

Endamên Rêveber ên Hêzên Ewlekariya Hindirîn gotin ku armanca çeteyê hatiye girtin ew bû ku li herêmên rizgarkirî êrîşan pêk bîne û li herêmê tevliheviyê derxe. 


 REQA





YJŞ diçe tola xwe hilîne


Fermandariya Giştî ya Yekîtiya Jinên Şengalê YJŞ`ê diyar kir ku ji bo misogeriya azadiya jinên dîlgirtî, ew ê şer û tekoşîna xwe li her qadê dewam bikin û got: ”Wek YJŞ û wek jinên Êzîdî, em ê di nav Cenga Mezin a Rizgarkirina Reqayê de, bi YPJ’ê re mil bi mil wek yekîneyekê cihê xwe bigrin”.

Fermandariya Giştî ya YJŞ`ê bi daxuyaniyeke nivîskî beşdariya xwe ya nav Hemleya “Cenga Mezin” a Rizgarkirina Reqayê, ragihand. YJŞ kirinên DAIŞ’ê yên li dijî Êzîdiyan di daxuyaniya xwe de bi bîr dixe û dibêje: “Wekê tê zanîn piştî fermana 3’ê di meha 8`an de,  bi hezaran jinên Êzîdî bi destê çeteyên DAIŞ’ê dîl hatin girtin. Gelek ji wan di bazarên Mûsilê de hatin firotin û gelek ji wan jî birin Reqa û gelek bajarên din.


Emê ala xwe bilindtir bikin

Wek artêşa jinên Êzîdxanê YJŞ’ê bi soza tolhildana jinên Êzîdî û bi şiyara azadiya jinên dîlgirtî me xwe birêxistin kir. Li ser vê bingehê me soz da ku wan jinên ku di fermana 2014’ê de hatin qetilkirin û dîlgirtin ku ji bo misogeriya azadiya jinên Êzîdî yên dîlgirtî em ê li her derî şer û tekoşîna bidomînin.

Wekî tê zanîn ev demeke dirêj e, li Reqayê bi navê ‘Cenga Mezin’ pêngavek hatiye destpêkirin. Heta niha yê ku di her milî de piştgirî daye parastina jinên Êzîdî, YJŞ’ê; hêza parastina jinên Rojava,YPJ ye. Em tînin zimên ku li kû derê dibe bila bibe ji bo azadiya jinên dîlgirtî û hemû jinên bindest heta xwîna xwe ya dawiyê em ê şer û têkoşîna xwe bidomînin. Ev têkoşîna ku me ji şehîdên axa pîroz girtiye wek alekê em ê her tim bilindtir bikin û li ser vî esasî li hemberî bindestî û dîlgirtinê li her derê em ê şerê xwe geş bikin.”


NAVENDA NÛÇAYAN