Di çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de 11 dagirker hatin kuştin. HRE´yê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yên rojên dawî de:
“Roja 8’ê Adarê hêzên me li gundê Ereb Wêranê yê ser bi navçeya Şera, çalakiyek sabotajê li dijî çeteyên dagirker li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin. Roja 9’ê Adarê hêzên me li gundê Şiltatê yê ser bi navçeya Şera li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Roja 11’ê Adarê hêzên me li derdora bajarê Mareyê çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin. Roja 18’ê Adarê hêzên me li taxên Mehmûdiyê û Eşrefiyê yên bajarê Efrînê 2 çalakiyên sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xistin, li Mehmûdiyê 2 seyare hatin derbkirin û 2 çete jî birîndar bûn, li Eşrefiyê jî ziyana madî çêbû. Li gundê Kosa yê ser bi navçeya Raco, Hêzên me bi ser benda kontrolê de girt, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Li gundê Abîdana ya girêdayî navçeya Bilbilê, hêzên me li benda kontrolê ya çeteyan xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî birîndar bû. Roja 19’ê Adarê hêzên me li derdora bajarê Mareyê çalakiyek li dijî nuqteyên çeteyên dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN