
Cenazeyê Şervan Muslim doh ji aliyê deh hezaran kesan ve hate wergirtin û ber bi goristanê ve derxistin rê. Cenazeyê şervanê YPG’ê Şervan Muslim ku birin navenda Saziya Malbatên Şehîdan, saet 12.00’an de ji aliyê deh hezaran kesan ve bi tîlîlî û sloganan hate wergirtin. Cenaze piştre jî bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Termik ve hate birêkirin. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.
Gelek saziyên Kurd peyamên sersaxiyê ji bo malbata Muslim û gelê Kurd weşandin.
KOBANÊ