Cenazeyê Xatun Şahîn duh ji aliyê hezaran kesan ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê ve hat wergirtin û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihat birin Goristana Şehîda ya li gundê Termika Kobanê. Piştî karwan gihîşt goristanê merasîm hat lidarxistin. Di merasîma ku bi deqek rêzgirtin dest pê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Heso, li ser navê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şukrî Hemo û li ser navê YPJ’ê Edalet Kobanê axivîn û bal kişandin ser berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî komên çete. Axaftvanan her wiha soza parastina destkeftiyên gelê Kurd dan. Piştî axaftinan cenazeyê Gulîstan Amara bi tlilîlî û diruşmeyan spartin axê.
Di dawiya merasîman de jina ciwan Nûrcan Umer tevlîbûna xwe ya ji bo YPJ’ê aşkera kir.
KOBANÊ