EHLAM HACÎ / VIYAN SEÎD / ROJNEWS / ŞENGAL
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ciwanekî din ê Êzîdî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û doh li navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ya Xanesorê teslîmî malbata wî hate kirin. TAJÊ û malbata ciwanê Êzîdî spasiya şervanên QSD’ê kir û daxwaza azadkirina hemû êsîran li rêxistinên navneteweyî jî hat kirin.
Şervanên QSD´ê li Dêra Zorê ciwanekî din ê Êzîdî ku di dema fermanê de ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê, rizgar kir. Ezher Suhil Mehedê ji Şengalê û temenê wî 18 salî ye, doh li navenda TAJÊ ya li Xanesorê radestî xizmên wî hate kirin. Dema Ezher teslîmî malbat û xizmên wî hate kirin, li ser navê TAJÊ´yê Hena Elyas axivî û got, “Em bixêrhatina vî birayê xwe dikin û gelekî kêfxweş in ku ji destî çeteyan xilas bûye. Em şervanên QSD’ê jî silav dikin ku roj bi roj zarokên Êzîdî ji destê çeteyan rizgar dikin. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî jî dikin ku ji bo rizgarkirina dîlên Êzîdî bixebitin, ji ber ku hîna jî bi sedan keç û xortên Êzîdî di destê çeteyan de mane.”
Li ser navê malbata Ezher Sûhil, Mehed Hesu jî destxweşî li şervanên QSD’ê kir û got, “Heta niha jî dayik, bira û xwişkên Ezher di destê çeteyan de ne. Ji ber vê em gelekî xemgîn in, lê em bi rizgarbûna Ezher gelek kêfxweş in.”
Ezher behsa wan rojan kir
Ezher Suhil jî axivî û behsa çîroka xwe ya dema ketina destê çeteyan kir. Ezher wiha behsa wî çaxî kir: “Em ji eşîra Medikan in. 2 xwişk û 2 birayên min hene. Em 2014’an ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Dema çete ketin Şengalê ez û malbata xwe derketin çiyayê Şengalê ji bo xwe rizgar bikin, lê ji derveyî bavê min em tev ketin destê DAIŞ’ê. Wê demê hemû kesên dîl diketin destê wan dibirin Tileferê. Ew gelek xirab nêzî me dibûn, her timî li me dixistin. Li cihê ku dimam, gelek ciwanên Êzîdî hebûn. Li vir perwerdeyeke taybet didan me. Ji zarokên 8 salî bigire heta yên mezin, hemû fêrî bikaranîna çekan dikirin. Gelek nebaş nêzî yên zû fêrî çekê nabin, dibûn.”
Nedihiştin bi Kurdî xeber bidin
Ezher got, DAIŞ nedihişt ew di nav xwe de bi Kurdî jî bipeyivin û wiha axivî: "Ji me re digotin, hûn kafir in. Hêjmareke zêde ya ciwanên Êzîdî li gel hev bûn, lê nedihiştin em bi hev re peywendiyê çêkin û bi Kurdî biaxivin. Dema em diaxivîn jî diviyabû bi Erebî em biaxivin. Ditîrsîn ku em hev rêxistin bikin. Dema me bi gotina wan nedikir, li me dixistin. Ji ber vê jî em neçarbûn ku ew çi bêjin, em bi ya wan bikin. Dema digotin, Êzîdî kafir in ji tirsa me jî digot, rast e wisa ye. Ji bo bigihijim malbata xwe û bi taybet jî dayîka xwe ku min gelekî bêriya wê kiribû, wan çi digot, min wisa dikir.”
Ezher di dawiya axaftina xwe de jî got, tenê yek daxwaza wî heye û ew jî ew e ku hemû êsîrên di destê DAIŞ’ê de werin rizgarkirin.