Mihemedê ku bavê 5 zaroka ne diyar kir ew ji bo parastina herêmên xwe tu carî dudiliyê nake û dê bi hêza xwe ya heyî li hemberî çeteyan çek rake û erka xwe ya parastinê pêk bîne. Mihemed destnîşan kir ku ew li ser vê xakê mezin bûye û dê bi hemû îmkanên xwe rê nede komên çete ku xaka wî ya pîroz bi kiryarên xwe qirêj bikin.


Parastin karek pîroz e

Mihemed,  tekez kir ku tişta herî pîroz li gel şêniyên herêmê axa welate û got ku ew û hemû şêniyên herêmê li rex YPG'ê ne û dê bersiva êrîşên çeteyan bidin. Li ser êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê Mihemed, got ku çeteyên DAIŞ’ê ku li Cizîrê û Efrînê têk çûne êrîşî herêmên me yên aram dikin. Mihemed, da zanîn ku tu carî çete nikarin xaka Kobanê binpêbikin û wiha got: ''Emê rê nedin komên çete ku xaka me ya pîroz binpê bikin, herêmê me aram in, em dikarin herêmên xwe ji wan biparêzin.''

Emê bibin mertal

Derbarê serferberiya ku YPG’ê îlan kir de Mihemed wiha got: “Emê li hemberî êrîşên çeteyan bibin mertal û hemû jiyana me dê bibe serferberî û em nahêlin çete derbasî herêma me bibin. Ez bang li hemû kesên welatparêz dikin ku tevlî serferberiyê bibin û axa xwe ya pîroz biparêzin.” Mihemed di axaftina xwe de wiha pêde çû: “diyar e herdu hikûmetên Tirk û Sûriyê piştgiriya van çeteyan dikin, em jî tu carî derfetê nadin wan ku axa me ya pîroz qirêj bikin. Ez kêfxweş bûm, ez tu carî li hemberî parastina welatê xwe dudilî nabim. Xwezî ez ciwan bûma û beşdarî nava refên YPG’ê bibûma. Li ev li pêşiya vê serferberiyê nabe asteng û ezê heta dawiyê di ber xwe bidim.”

Karê aştiyê dikir

Qasim Mihemed ji destpêka şoreşê de wekî endamekî çalak di Komîteya Lihevanînê û meclîsên gel de cihê xwe digirt. Her wiha di destpêka şoreşê de ji aliyê rêjîma Baasê ve rastî gelek astengiyan dihat û li ser bendên kontrolê yên parastinê jî karê parastinê dikir. Herî dawî piştî ku YPG’ê serferberî li dijî komên çete ku êrîşî herêma Kobanê dikin îlan kir, Mihemed beşdarî  vê serferberî bû.

KOBANÊ