Dawiya hefteya biihurê li New Yorkê Festîvala Film û Çanda Kurdî ya 3´yê li bajarê Emerîkayê New Yorkê bi rê ve çû. Di festîvala diyarî Mazdek Ararat hatî kirin de, filmên Komuna Filman a Rojava hatin nîşandan û di nava van filman de Çîroka Bajarên Wêrankirî jî hebû. Di dema festîvalê de tevahiya dahata festîvalê, tevî firotina resm û xêzên Janet biel û CD´yên muzîkjenê Kurd Dijwar Karaman, dan Heyva Sor a kurd. Şêwekar Luqman Ehmed jî ji bo festîvalê wêneyên şervanên jin ên Kurd xêz kirin û ev resm jî yek ji wan e.
NEW YORK