Şervanê YBŞ’ê Sîpan Şengalî di heman demê de bi helbestên xwe qala gelê xwe dikir û di dilê hevalên xwe de cih girtibû.
Sîpan Xelat Şengalî (Ebdulkerîm Qasim) sala 1997’an li Şengalê çavên xwe li jiyanê vekir. Di nava malbatek welatparêz de mezin bû. Di destpêka fermana li ser gelê Ezidî de qêrîna zarok û dayika bihîst û ev qêrîn ji xwe re kir rihê tolhildanê û tevlî refên YBŞ’ê bû.
2014’an ji Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bû. Her tim ji bo mezinkirina YBŞ’ê têkoşiya û bû tekoşerekî ciwan ê Ezîdxanê.
Di pêvajoya yekemîn a korîdora mirovî de tevlî YPG’ê bû. Tevlîbûna xwe ya destpêkê wiha tîne ziman; “YPG hêzeke mirovahiyê ye û cûdahiya ol û neteweyan di nava xwe de nahewîne.”
Şehîd Sîpan hestên xwe ji bo xaka Kurdistanê, di helbestên xwe de wiha tîne ziman; “Min sond xwar ji bo xaka Kurdistan. Sond ji bo gora şehîdên nemir yê ku jiyana xwe ji bo welatê xwe dan.”
Şehîd Sîpan soza ku ji bo tevahî şehîdên şoreşê dabû pêk anî û xwedî li soza xwe derket. Heya roja şehadeta xwe ti car li hemberî soza ku da gav paşde neavêt. Her dem ji bo jiyanek azad biafirîne ked, fedakarî, dilsozî û berxwedana xwe mezintir kir û gihîşt lûtqeya herî bilind a têkoşînê.
Sîpan Şengalî 27’ê Sibata 2015’an di qezayekê de tevlî karwanên nemiran bû.
ROJNEWS/ŞENGAL