“Badîn navê Fîraz Kardo ji xwe re hilbijartibû û di asteke bilind de di şerê li hemberî dijminê mirovahiyê terorîstên DAIŞ’ê de alîkariya xwe ji dil û can pêşkêş kir. Tevî hemu cêwaziyan, Badîn baweriya me bi avakirina jiyaneke aştiyane û hevbeş zêde dike.”

Li gorî daxuyaniyê Badîn El-Îmam ê Misrî û li Qahîreyê ji dayikbûyî 3’ê Tebaxê berê sibehê dema ku hewl daye hevalên xwe ji dorpêça dijmin derêxe jiyana xwe ji dest daye.

YPG´ê wekî din da zanîn ku Malik Cangîr ê bi navê şervan Botan Koçer ê di hêza fermandariya hudud de cihê xwe digirt jî li Minbicê di encama celteya dil de jiyana xwe ji dest daye. YPG ji bo wê dibêje, “Di jiyana xwe ya di nava tekoşîna rizgariya neteweyî de bi dilnizmî û fedakariya xwe dihat naskirin. Heval Botan dema li ser erka xwe bû 6’ê Tebaxê di encama krîza dil de gihiştiye şehadete.”

YPG´ê da zanîn ku Reşîd Hemade yê bi navê şervan Soro Efrîn ê li Şêrawa ji dayiuk bûyî jî di berxwedana Efrînê de li hemberî komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê berxwedan dimeşand û li navçeya Şêrewa ya ser bi Efrînê jiyana xwe ji dest daye. YPG´ê daxuyaniya xwe weha bi dawî kir: “Em wekî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê ji bo hemû malbatên şehîdan û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em soz didin tekoşîna ku Edûlêyên kezî dirêj û Derwêşên xwedî mertal, bibin serî.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN