Şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud yê bi nasnav Mazlum Doxan, di 16’ê Cotmehê de li gundê Sekeryan ê Girê Spî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi qehremanî şer kir û şehîd bû. Cenazeyê şervanê QSD’ê ji Rojava birin Başûrê Kurdistanê.
Şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud yê bi nasnav Mazlum Dogan xelkê bajarê Hewlêrê ye û niştecihê Kerkûkê bû. Nêzî 3 sal in tevlî nava hêzên QSD’ê bibû.
Cenazeyê Îbrahîm Hebîb Mewlûd ji bo veşartinê birin Kerkûkê. Li çaryana Şiwan a ber derê nexweşxaneya Medya li bajarê Kerkûkê, welatiyan bi merasîmeke girseyî cenaze pêşwazî kirin. Cenaze li goristana Rehîmawa hat veşartin.
KERKUK