Xelkê Şengalê şervanê YBŞ’ê Serdar Nayîf (Cemal Şengalî) di sala çaran a şehadeta wî de li Şengalê bi bîr anî.
Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Serdar Nayîf (Cemal Şengalî) ku di 1’ê Mijdara 2015’an de li devera Solaxê ya ser bi Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibû, li Xanesorê hate bîranîn.
Şervanên YBŞ’ê, gelê Xanesorê û malbata şehîd, sazî û rêxistinên Şengalê tevlî merasîma bîranînê bûn. Fermandarê YBŞ’ê Rêber Şengalî di merasîmê de diyar kir ku şehîd Serdar Nayîf di oxira azadkirina keç û xortên Êzîdî yên dîl ketine destê DAIŞ’ê de şehîd bû û got, “Ji bo keç û xortên Êzîdî ji destê DAIŞ’ê azad bike, tevlî YBŞ’ê bû û di vê oxirê de şehîd bû. Em jî soz didin ku emê li ser rêya vêya berdewam bikin.”
Dayika Serdar Nayîf, Dijwar Mirad jî axivî û got, ji ber kurê wê di ber azadiya Şengalê de şehîd bûye, pê serbilinde.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdên Şengalê jî Xelîl Salih axivî û got: “Yên ku xwe fedayê gelê xwe kirine, wê timî di nava dilê me de bijîn.”
ROJNEWS / ŞENGAL