Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Şirin Ormanli (Welatê Zer) ku di 20'ê adarê de li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayî li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji aliyê deh hezaran welatiyan ve hat definkirin. Piştî duh rêveberên MEYA-DER'ê û malbatê cenazeyê Ormanli ji Tipa Edlî ya Rihayê wergirtin, doh serê sibê li gel kerwanek ji gelek wesayîtan pêk tê anîn Mizgefta Şehîdan a li taxa Cûdî. Li gel hevşaredarên herêma Şirnex, rêveber û hevserokên HDP û DBP'ê yên herêmê, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, KURDÎ-DER, Meclîsa Bajêr ji aliyê dehezaran welatiyan ve bi diruşma, "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Piştî ku li vir wecîbeyên olî pêk anîn, ciwanan cenazeyê Şervanê YPG'ê Ormanli hilda ser milê xwe û li gel dehezaran welatiyan ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de alên KCK, PKK û YPG'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît), Şervanê YPG'ê Mehmet Şirin Ormanli (Welatê Zer), Endama PKK'ê Feyruz Ormanli (Kurdistan) ku di 1993'an de li Kerboranê û Endamê PKK'ê Ferhat Ormanli (Welatê Zer) ku di 1993'an li Heftenînê jiyana xwe ji dest dayîn hat hilgirtin. Di meşê de diruşmên, "Şehîd namirin" , "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" hatin berzkirin.
Piştî ku bi deh hezaran welatî gihiştin goristanê, cenazeyê Ormanli bi diruşma, "Şehîd namirin" çepik û tilîliyan hat definkirin.
Dayîka Ormanli, Nahîde Ormanli jî got ku kurê wê ne şehîdê malbata ew şehîdê hemû Kurdistanê ye û sersaxî ji gelê kurd re xwest. Ormanli got ku piştî rizgarkirina Kobanê ew bi kurê xwe re axaftiye û ev tişt gotin: "Delalê min got, 'Dayê ez mizginiyê didim te me Kobanê rizgar kir' min jî delalê xwe pîroz kir." Ormanli anî ziman ku serkeftina kurdan bi yekitiyê ye û bang li hemû gelê kurd kir ku di hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP'ê.
Cenazeyê Çiçek li Amedê hat definkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Yakup Çiçek (Sîdar Amed) ê ku di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de li gundê Celebiyê di 9'ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da li Amedê bi tililî û dirûşmeyan hat definkirin. Cenazeyê Çîçek pêr ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatibû wergirtin û piştî karên otopsiyê yên li Rihayê anînbûn Amedê. Cenazeyê Çîçek şevê din li aliyê welatiyan ve di ketina Amedê de hate pêşwazîkirin û birin morga Yenîkoyê. Cenazeyê Çîçek serê sibê ji aliyê welatiyan ve ji morgê hate wergirtin û birin Mizgefta Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Çîçek piştî vecîbeyên olî bi alên YPG'ê hate pêçandin. Piştî vecîbeyên olî darbesta Çîçek ji aliyê girseyê ve hate girtin û ber bi goristanê ve birin. Di meşê de wêneyên Çiçek hatin hilgirtin, dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe", "Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike", "Qatîl DAİŞ hevkar AKP", "Kurdistan dê ji bo DAİŞ'ê bibe goristan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Rêya şehîd rêya me PKK partiya me ye" hatin berzkirin.
Piştî merasîmê li ser navê malbatê birayê Çîçek Îbrahîm Çiçek axivî û diyar kir ku çiqas dilê wan bişewite jî ji bo şehîdên xwe neçarin li ser piyan rawestin û wiha got: "Wê tekoşîna me heya dawî berdewam bike û birayê min ne şehîdê destpêk ne jî yê dawiyê ye." Çiçek destnîşan kir ku ew û birayê xwe bi hevre li ser heman rêyê meşiyan û niha jî ew wî defin dikin. Çiçek diyar kir ku heta dilopek xwîna wan dimîne dê tekoşîna şehîdên xwe bidomînin. Piştî axaftinan girse ji bo şînê derbazî Mala Şînê ya Temîra bûn.
ŞIRNEX/AMED
Cenazeyê şervanê YPG’ê birin Başûr
Cenazeyê şervanê YPG’ê Hîvan Ehmed (Berxwedan Germiyan) ku di 31’ê îlona 2013’an de li Tirbespiyê jiyana xwe ji dest dabû û li Qamişlo hatibû definkirin, li ser daxwaza malbata wî, birin Başûrê Kurdistanê. Cenaze doh ji aliyê sedan welatiyên bajarê Dêrikê, herêmên Berav û Koçeratan ve ji Nexweşxaneya Dêrikê hate wergirtin. Cenaze dina tîlîliyên dayikan û dirûşmeyan “Şehîd namirin” de li tirimpêlê hate siwarkirin û bi karwanekî ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalka ve derxistin rê.
Li sînorê Sêmalka jî ji bo oxirkirinê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê YPG û YPJ’ê Rozelîn Azadî, li ser navê PYD’ê Hesen Koçer axivîn. Her wiha li ser navê malbata Germiyan jî axaftinek hate kirin. Cenaze piştre derbasî Başûrê Kurdistanê hate kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê dê li herêma Germiyan bê definkirin.
DÊRIK