Merasîma şervanê YPG'ê Sîrvan Reed Fettah ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya PKK'ê ve hat organîzekirin, Malbata Sîrvan Reed Fettah, rêveberên Tevgera Azadî, nûnerên PYD, Tevgera Ciwanên Welatparêz, RJAK û gelek welatiyên Kerkûkî beşdar bûn.
Di merasimê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya PKK'ê Westa Îbrahîm peyivî. Îbrahîm di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li hemberê çeteyên DAIŞ’ê û got: “Gelê Kurdistanê ji bo azadiya xwe bi dehan salan e berdêlan dide. Bi saya her şehîdê me yê xwîna wî rijiyaye, em îro li ser vê xakê bi awayekî ewle dijîn. Em careke din li hizûra we dibêjin, em ê heta dawiyê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.”
Piştre bavê Sîrvan Reed Fettah axivî û got ew bi kurê xwe serbilind e. Bavê Sîrvan Reed Fettah diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, kurê wî jî derbasî Rojava bû û cihe xwe di nava çeperên parastinê yên refên YPG’ê de girt.
‘Ji bo berjewendiyên gelê xwe canê xwe didin’
Bavê Sîrvan Reed Fettah gotinên xwe wiha domand: “Ji bo me cihê serbilindiyê ye. Şehadeta Şehîd Erdal nîşanî me dide, ku li ku derê dibe bila bibe, li kîjan parçeyî dibe bila bibe, eger xeterî li ser berjewendiyên gelê Kurd çêbin, ciwanên Kurd amade ne bi dayîna canê xwe, biçin eniyê û berjewendiyên gelê xwe biparêzin.”
Di axaftinên li ser navê PYD û Tevgera Azadî de jî dilsoziya bi bîranîna şehîdan hat bilêvkirin û hat destnîşankirin, ku ew ê heta dawiyê li ser şopa xeta azadiyê ya şehîdan bin.
Di merasîma bîranînê de belgeya şehadetê ya Erdal Bagdat radestî malbatê hat kirin. Piştre helbest hat xwendin û sînevîzyonek li ser jiyana Erdal Bagdat hat nîşandan.
Merasîma bîranînê bi gotina dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
ANF/KERKÛK