Bi merasîmekî cenazeyê şervanê YPG’ê yê bi navê Hîwa Ehmed (Berxwedan Germiyan) ku di 13.09.2013’an de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li navçeya Tirbespî gundê Teleya şehîd bibû, ji deriyê Sêmalka ji aliyê malbat û komîteya şehîdên PKKê a başûrê Kurdistanê hat wergirtin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê bi tevlîbûna sedan kesî ji deriyê Sêmalka berbi nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê ve anîn. Duh bi tevlîbûna sedan kesî cenaze ji nexweşxaneya Silêmanî birin Kelar. Cenaze bi merasîmeke leşkerî ji aliyê gerîlayan ve hat pêşwazîkirin. Bi sedan kes cenazeyê şehîd Berxwedan rakirin û bi dirûşmeyên ‘şehîd namirin, bijî berxwedana YPG’ berbi goristana Şêx Ebdilrehman ve birin. Di merasîmê de gelek peyam hatin dayîn. Di peyaman de bal hat kişandin ser berxwedana gelê Kurd û şehîd wek bi nirxtirîn parastina nasname û deskeftiyên gel hatin binavkirin. Piştî peyaman cenazeyê şervanê YPG’ê spartin axê.

Piştî wê mamosta Mela Tahir Germiyanî li ser navê malbata şehîd Berxwedan axivî û got: “Ola îslamê ya pîroz ne şer û kuştine, pêşmerge û gerîla parastina xak û netewa me dikin. Li hember kesên ne mirov yên ku tenê armanca wan dagirkirina xak û netewane şer dikin.”

Tahir got: “Pêşmerge û gerîla ku li hember çeteyan şer dikin, ewin şehîd û cihê wan bihuşte. Eger gerîla, pêşmerge û şervan nebûyan wê me hemûyan jî bi kuştana.” Merasîm bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana YPG, bijî pêşmerge, bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.


 GORAN PENCEWÎNÎ/ROJNEWS/KELAR