Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê û bi sedan şervanên YPG’ê duh li gundê Endarê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê cihê jidayîkbûna şervanê YPG’ê Mazlûm kom bûn. Girse ji vir piştî ku cenazeyê Mexlûm wergirtin bi karwanekî berê xwe dan bajarê Efînê û piştî li nava kolanên Efrînê geriyan berê xwe dan Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê.
Li vir piştî ku girse gihîşte Goristanê û piştî deqeyeke rêzgirtinê merasîneke leşkerî hate lidar xistin. Piştre Serokê Desteya Parastin û Xweparastinê ya Herêma Xweser a Efînê Ebdo Îbrahîm axivî û sersaxiya malbata şehîd xwest û wiha got: “Em li hemberî rihê hemû şehîdên şoreşa Rojava bejna xwe ditewînin.”
Îbrahîm di axaftina xwe de her wiha bal kişand ser pilanên ku li dijî şoreşa gelê Rojava tê meşandin û wiha pêde çû: “Kesên şoreşa gelê Rojava qebûl nakin xiyanetê li gel û doza Kurdî dikin û kesên xendekan dikolin dê têde binax bibin.”
Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya Kurd axivîn û sersaxiya malbata şehîd Mazlûm xwestin.
Di merasîmê de her wiha bavê şehîd Mazlûm, Ehmed Ebdo axivî û got ku şehadeta kurê wî serê wî bilind kiriye û wiha got: “Ji bo parastina Rojava pêdiviya gelê Rojava bi hêzeke xurt heye û hemû destkeftiyên gel biparêze û bi saya berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê herêmên xweser hatine parastin.”
Piştre cenazeyê şervanê YPG’ê Mazlûm bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan hate veşartin.  

 EFRÎN