Cenazeyê şervanê YPG’ê Nizar Tayşûn (Şervan Cûdî) ku di 2’yê çileyê de li Kobanê di pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ‘ê de jiyana xwe ji dest dayî li navçeya Silopî ya Şirnexê ji aliyê dehezaran hate oxirkirin. Piştî ku cenazeyê Tayşûn ji Tipa Edlî ya Rihayê hat wergirtin, îro serê sibê cenazeyê Tayşûn ji aliyê malbata wî û endamên MEYA-DER’ê ve anîn Silopiyê. Di ketina bajar de, di nav de hevserok û rêveberên DBP û HDP’ê yên herêma Şirnex, hevşaredarên herêmê, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî heyîn bi hezaran welatiyan cenazyê Tayşûn pêşwazî kir û ber bi Mizgefta Şêx Ebabekir ya li taxa Herekol ve anîn. Li vir bi dehezaran welatiyan Cenazeyê Tayşûn bi diruşma, “Şehid namirin pêşwazî kir. Piştî ku li vir wecîbeyên olî pêk anîn, ciwanan cenazeyê Şervanê YPG’ê Tayşûn yê bi ala KCK’ê hatiye pêçan hilda ser milê xwe û berbi goristana li taxa Herekol ve meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Fermandarê PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û şervanê YPG’ê Nizar Tayşûn (Şervan Cûdî) hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo” , “Şehîd namirin” , “Bijî berxwedana Kobanê” û “Ey şehîd rêya te rêya me ye” hatin berzkirin.
Bi tilîlî û sloganan hat veşartinPiştî ku girse gehişt ser goristanê, bi tilîlî, çepik û diruşmeyan cenazeyê Tayşûnh hat definkirin û ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER’a Cizîrê Mele Kasim Yîgît got ku li her çar aliyên Kurdistanê, ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ciwanên me dizanin azadiya Kobanê, azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye û bi vê hişmendiyê li Kobanê hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Ev ciwanên me ji bo rûmeta mirovahiyê berxwedaneke pîroz dimeşînin.” Yîgît herî dawî sersaxî ji malbata Taşûn û gelê Kurd re xwest û da zanîn ku ew ê her tim li pey rêça şehîdên Kurdistanê bimeşin. Piştî Yîgît Rêveberê DBP’ê yê Şirnex Salih Urek jî ji malbata Tayşûn re sersaxî xwest û sipasî xwedêlêderketina gelê Botanê ya li şehîdan kir.
DÎHA/ŞIRNEX