Şervanên YPG’ê Şoreş û Berxwedan ji bajarê Dirbêsiyê ne. Herdû cêwîne û di 2012’an de tevlî nava refên YPG’ê bûne. Herdu cêwiyan jî paşnavê Dirbêsiyê li xwe kiriye û gelek caran ji aliyê hevalên xwe ve nayên cudakirin. Cêwiyên ku niha li Serêkaniyê di eniyên berxwedanê de ne, tevlîbûna xwe ya nava YPG’ê û nêrînên xwe yên derbarê berxwedanê de vegotin.

Şoreş Dirbêsiyê bi gotina, “Em ji bo parastina gelên xwe yên ku dibin êrîş û zehmetiyê de ne, tevlî nava refên YPG’ê bûne” sedema tevlîbûna berxwedanê vegot û wiha dom kir: “Biryara destpêkê ya tevlîbûna nava refên YPG’ê ya birayê min Berxwedan da. Dema çavê min bi YPJ’ê ket, min şerm kir û min ji xwe pirs kir ‘çi karê min malê heye?’ Ger ku îro şoreş destpê kiriye, pêwîste em ciwan barê vê şoreşê rakin ser milê xwe. Dema em çek ranekin, kesek biyanî nayê ji bo me çekê ranake.”

Şoreş diyar kir ku wextê nû tevlî YPG’ê bûne, nêrîna bavê xwe girtine û got: “Bavê min got, ‘Şoreş; namus carekê diçe û mirin carekê tê. Lê bimire, bila namus neçe.’  Berxwedan jiyane, em ê liberxwe bidin.”


Bi hevre di heman şerî de

Şoreş anî ziman ku ew û birayê xwe di heman pevçûnan de mane û serpêhatiyeke bi cêwiyê xwe re wiha vegot: “Carekê em di hemleyekê de bûn. Ez û birayê xwe em di 2 tabûrên cûda de bûn. Silehên me herdûyan jî BCK bûn. Erebeyeke çeteyan hat û her yekî ji me ji aliyekê ve ew erebe gulebaran kir. Di encamê de me ew erebe rûxand. Dema em ji hemleyê hatin, 7 km em meşiyan û ji têhna ketibûn. Dema em rastî hewzek avê hatim, me lê nêrî av zêde paqij nîn e, lê dîsajî me vexwar. Wextê em diçin çeperan û şer dikin, ji bo me şer weke dîlanê ye. Em birayên hevin, lê di şeran de biratî li aliyekê ye. Ji ber ku em li vir hemû hevalên hevin û ya şirîn welat e.”


‘Rengê dixtor zer bû’

Şervanê YPG’ê Şoreş da zanîn ku gelek caran hevalên wan, wî û birayê wî ji hev cuda nakin û wiha dire jî da axaftina xwe: “Heta gelek caran hevalên me, min û birayê min tevlî hev dikin. Heval tên silav didin min û dêbijin, ‘Berxwedan ma te navê me jî bir kiriye?’. Ez jî dibêjim ‘na, ji ber ku ez ne Berxwedan im.’ Gelek heval tên dibêjin, ‘tû beriya niha li tabûra aliyê din bûyî, tû niha li vir çi dikî?’ Dîsa ez dibêjim, ‘Ew Berxwedan e ne ez im’. Ez carekê çûm nexweşxaneyê, wê demê perçeyek li Berxwedan ketibû û birîndar bibû. Dema bijîşkê nexweşxaneyê ez dîtim, got, ‘te çima sirûma xwe derxistiye?’ bijîşk jî ne dizanî cêwiyê min heye. Min got, ‘Bes e ez sax bûme, tiştek min tüne ye’. Piştî wê bijîşk derbazî odeya birayê min Berxwedan bû û lê nêrî ku hîn raketiye. Wê demê rengê bijîşk zer bû.”

Şoreş di dawiya axaftina xwe de bang gelê ku çûye derveyî Rojava kir ku vegerin welatê xwe û got: “Heya ku em weke YPG’ê hene, em ê destûr nedin tû hêz nêzî gel bibin, em ê heya dawiyê gelê xwe biparêzin.” 


 RIZGAR ADANMIŞ/ASYA ÎSMAÎL/ANHA/SERÊKANIYÊ