Welatiyên Girkê Legê, Dêrikê û Şervanên YPG/YPJ`ê, cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic ên Entirnasyonal ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kirin.

Bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Şervanên YPG/YPJʹê cenazeyên Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Michael Israel (Robîn Agirî) û Anton Leschek (Ciwan Zana) ên ku li bajarê Minbicê jiyana xwe ji dest dabûn, li Deriyê Sînor ê Sêmalka re ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kirin.

Girseya Gel bi aramanca wergiritina cenazeyên her 2 şervanan li ber nexweşxaneya Dêrikê hatin kom bûn. Girseya ku bê navber dirûşim qîr kirin û piştre jî bi wergiritina cenazeyên her 2 şervanan re bi karwanekî wesayîtan ber bi Deriyê sînor êSêmalkayê ve derketin rê.

Li Deriyê Sînor ê Sêmalka Şervanên YPG`ê û YPJ`ê merasîmeke leşkerî li dar xistin û piştre jî li ser navê Şervanên Entirnasyonal şervan Karker Bakur axivî û sersaxî ji malbata her 2 şervanan Robîn û Ciwan ên li ser rêya rizgarkirina gelê bindets jiyana xwe ji dest dan re xwest.

Karker Bakur di axaftina xwe de destnîşan kir ku Robîn û Ciwan nimûneya ruhê berxwedanê bûn, ew tevlî Şoreşa Rojava bûn ne tenê ji bo şerê DAIŞ`ê bikin, lê belê ji bo şerê fikrê kapîtalîzma ku bi her awayekî mirovahiyê ji nasnameya civakê dûrdike jî bikin, tevlê bûn.

Piştre cenazeya têkoşeran bi dirûşmeyan ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin oxirkirin. Têpayîn ji wir jî cenazeyên her 2 şervanan ber bi cihê lê jidayîkbûne ve bêne oxirkirin û li wir bêne definkirin. 


 ANF / DÊRIK