Şervanên YBŞ-YJŞ’ê dewreyeke din a perwerdeya serbazî û îdeolojîk a pisporiyê bi dawî kirin. Dewreyên perwerdê yên akademiya Ş. Berxwedan li Şengalê bi armanca mezinkirin û pisporkirina şervanên Êzîdî ye. Di van akademiyan de ciwanên Êzîdî li dijî her cure êrîş û gefên ser Şengal û bi giştî Êzidiyan amade dikin. 

Akademiya Ş. Berxwedan ku ev demeke dirêje li Şengalê hatiye vekirin, bi armanca mezinkirin û pisporkirina şervanên YBŞ-YJŞ’ê gelek dewreyên perwerdê yên serkeftî temam kirin. Di vê akademiyê de ciwanên Êzîdî yên di nava hêzên parastina Şengalê de cih digirin li dijî her cure gef û êrîşên ser Êzîdiyan tên perwerdekirin. Şervanên beşdarî dewreya bi navê Şehîdên Xanesorê bûn bi awayeke serkeftî perwerdeya xwe temam kirin û li qadên lê erkdar cihê xwe girtin.

Ji bo dawîbûna dewreyê şahiyek hate lidarxistin ku malbatên şehîdan, endamên asayîşa Êzîdxanê, malbatên şervanan û gelek mêhvanên din jî lê amadebûn.

 

Di rêya şehîdan de têkoşîn

Fermandarê YBŞ’ê Kurtay Şengalî ku di merasîmê de axaftinek kir û anî zimên ku şervanan tevî hemû zehmetiyan jî perwerdeya xwe bi serkeftî bi encam kirine û got: “Her yek ji me di rêya şehîdan de bi pêş ve diçe. Watedar e ku navê dewrê kirine dewreya şehîdên Xanesorê. Şehîdên Xanesorê pêşî li fermaneke nû ya dixwestin li ser Kurdên Êzîdî pêkbînin girtin. Her yek ji me di rêya Çiyayan de pêş ve diçe. Şehîd Çiya yek ji fermandarên YBŞ’ê bû û li dijî ti metirsiyan gav bi paş de neavêt. Niha jî di rêya wî de têkoşîn didome.

 

‘Divê bihêz beşdarî têkoşînê bibin’

Şengalî anî zimên ku pêwîst e fermana 3’ê Tebaxê neye jibîrkirin û wiha pê de çû: “Ji bo wê rojê dûbare nejîn divê ji çi destê me were û heta zêdetirê wê jî bikin û bi bi awayeke bihêz beşdarî têkoşînê bibin.”

Piştî axaftinê şervanan sonda xwe ya beşdarbûna têkoşînê nû kirin. 

Piştî merasîmê şahiya ku ji aliyê şervanan ve hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin. Di şahiyê de govend, koroya zarokên Şengalê hatin pêşkêşkirin. Piştre govendeke giştî hate gerandin û şahî bi vî awayî bi dawî bû. 


ROJNEWS/ŞENGAL