Her roja diçe tevlîbûna nav refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)’ê zêde dibe. 25 şervanên nû yên ku ji dewreya Şehîd Agîd Batman a girêdayî Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bûn, piştî soz dan tevlî nav refên YBŞ’ê bûn. Di merasîmê de ji Fermandarên Akademiya Şehîd Xanê Axîn Zagros, ji Fermandarên Akademiya Derwêşê Evdî Çiya Şengal û Sekvan Şengal amade bûn. Di merasîmê de ji Fermandarên Akademiya Şehîd Xanê, Axîn Zagros ku axivî, şehîdên têkoşîn û azadiyê bibîr anî, diyar kir ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê şoreşê pêk tîne û axaftina xwe wiha dewam kir; “Îro hûn bi pêngavekê tevlî nav refên YBŞ û berxwedana Şengalê dibin. Li gel tevlîbûna YBŞ’ê hûnê tola 73 ferman û ya herî dawî jî ya 3’ê Tebaxa 2014’ê ku li ser gelê me pêk hatine hildin. Û bi tevlîbûna nav YBŞ’ê hûnê Êzidîxana pîroz hûnê biparêzin. Di vî warî de berpirsiyartiyek we ya dîrokî heye. Em bawer dikin ku bi perwerdeya we li vir wergirtiye, hûnê berxwedana Şengalê bigehînin serketinê.”
Pêvajoya dîrokî
Axîn Zagros dewama axaftina xwe de wiha peyîvî; “Di dîroka me de kêliyên wiha yên dîrokî çêbûne. Û di kêliyek wiha ya dîrokî de li Kurdistanê şoreş pêk tê. Ji Rojava em destpê bikin heya Bakurê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê gelê me berxwedanê pêk tîne. Li Bakurê Kurdistanê kêliyên wiha yên dîrokî pêk tên. Gelê me bi rêveberiya xwe ya xweser li hemberî artêşa dagirkera dewleta Tirk têkoşînek bê hempa dimeşîne. Di serî de li Sûr, Cizîr hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê bûne kelheyên berxwedanê. Em jî kêliyên wiha yên dîrokî dijîn.”
Piştî axaftina ji Fermandarên Akademiya Şehîd Xanê, Axîn Zagros, yên ku tevlî merasîmê bûn hemûyan bi yek dengî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û Bê Serok Jiyan Nabe’ gotin. Piştî dirûşmeyan Axîn Zagros û yên pêre şervanên nû mezûn bûn pîroz kirin û piştre 25 şervanên nû soz dan û tevlî nav refên YBŞ’ê bûn.
ROJNEWS/ŞENGAL