Li bajarê Hesekê 61 şervanên ku piraniya wan ji pêkhateyên Ereb in, beşdarî nava refên YPG/YPJ’ê û QSD’ê û 200 şervan jî beşdarî nava refên QSD’ê bûn. 

YPG/YPJ’ê li Hesekê 2 dewreyên şervanên nû bi navê “Şehîd Şîlan û Şehîd Serhet” ku bi beşdarbûna 61 şervanên ku piraniya wan ji pêkhateyên Ereb in bi merasîmekê bi dawî kir. 


‘Hemû herêm wê ji çeteyan bê rizgar kirin’

Destpêkê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate lidarxistin, paşê Endamê Fermandariya YPG’ê Lewend Rojava axivî û bidawîkirina dewreyan li hemû şervanan pîroz kir.

Rojava bal kişand ser berxwedana şervanên YPG/YPJ’ ê ya li dijî komên çete û parastina hemû pêkhateyên herêmê û destnîşan kir ku şervanên wan dê hemû herêmê ji komên çete rizgar bikin.

Rojava di dawiya axaftina xwe de soz da ku hêzên wan dê tola hemû cangoriyên azadiyê û kesên bê guneh hilînin.

Şervanan jî soz da ku ew ê dilsozê hemû cangoriyan bin û wê tevahiya pêkhateyên herêmê biparêzin.

Di dawiya merasîmê de şervanan sûnd xwar ku ew ê bi hêza xwe hemûyî têkoşin. Piştî merasîmê şervanan govend gerand. Piştî bidawîkirina herdû dewreyan, dewreyeke din a şervanên nû ya YPG’ê bi navê “Şehîd Dilsoz” dest pê kir.


Ciwan berê xwe didin QSD’ê 

Li bajarê Hesekê jî bi dawîbûna dewreya şervanên nû ya bi navê “Şehîd Haçxan” 200 şervan beşdarî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn. 

Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) beriya bi mehekê dewreya perwedeyê dabûn destpêkirin. Dewreya ku dersên leşkerî û bîrdozî lê hatin dayîn, doh bi merasîmekê bi dawî bû.

Nûnerên êlên Ereb ên herêma Hesekê, rûspiyên herêmê, hejmarek fermandarên QSD’ê û malbata şervanê QSD’ê Hacxan Şerîfe Sultan ku di bexwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma leşkerî de piştî rêzgirtinê, Endamê Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê Qehreman Hesen axivî û bal kişan ser rola QSD’ê. 

Di merasîmê de her wiha dayîka şervanê QSD’ê Hacxan Şerîfe Sultan axivî û dewreya nû li hemû pêkhateyên li Sûriyeyê pîroz kir.

Yek ji şêxên Êla Cibûr ê bi navê Fewaz El-Zobe jî di merasîmê de axivî û bang li hemû ciwanan kir da ku beşdarî nava QSD’ê bibin.

Di dawiya merasîmê de şervanan bi zimanê Erebî sûnd xwar û nasnameyên xwe wergirtin.  


ANHA/HESEKÊ