Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengal û navçeyên wê komkûjî pêk anîn. Bi hezaran jin û keçên Êzdî dîl girtin û bi hezaran kes hatin qetilkirin. Piştî fermanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hat avakirin. 20 şervanên din dewreya Şehîd Çiya qedandin û tevlî YBŞ’ê bûn.

Endama konseya leşkerî ya YBŞ’ê Viyan Şengal, endamê meclîsa wê ya leşkerî Serxwebûn Azadî, endamê fermandariya Akademiya Derwêşê Evdî Çiya Efrîn, endamên Meclisa Avaker a Şengalê û Ciwanên Şengalê beşdar bûn.

Endamê fermandariya Akademiya Derwêşê Evdî Çiya Efrîn di merasîmê de axivî û got: “Ez 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo û hemû Êzdiyan pîroz dikim. Êdî ji vir û pê de dewreya Şehîd Çiya wê di pratîkê de cih bigire û ji hemû hevalan re serketinê dixwazim. Em hemû heval û welatiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine şehîd kirin bi bîr tînin. Em bi rihê 15’ê Tebaxê soza xwe ducarî dikin. Hêvîdar im ku hevalên me jî wê bi vî rihî serketinan bi dest bixin. Em ê bi rihê Şehîd Çiyayan, Yilmazan û Serdeman li ber xwe bidin û li ser rêya wan bimeşin.”


YBŞ encama rihê 15’ê Tebaxê ye

Fermandar Efrîn diyar kir ku ew ti caran li ser rêya şehîdan xwe nadin aliyekê û got: “Par YBŞ hat avakirin û bû hêza parastina Êzdiyan. Êdî Êzdî di bin zilmê de namînin û fermana 73’an wê bibe fermana dawî ya hatî serê Êzdiyan. Ji ber ku êdî li Şengalê hêza parastinê heye û YBŞ hêza parastinê ye. YBŞ jî ji despêkê ve di nava berxwedanê de ye. YBŞ bi rihê 15’ê Tebaxê hatiye damezirandin.”

Piştî axaftinan, şahiyek hat lidarxistin. Şahî bi gerandina govendê û skêçan bi dawî bû. 


 ROJNEWS / ŞENGAL