Şervanên QSD`ê di nav etmosfera şerê giran de, bi moralekî bilind şer dikin.
Di hemleya rizgarkirina Reqa de her şervaneke/î QSDʹê ji bo parastina yên din bike û derbê li çeteyên DAIŞ`ê bixe hevdu temam dikin. Di wêne û dîmenên nûçegihana me ku şervanên QSD`ê ji eniya herî pêş ve dişopîne, ev yek diyar dibe. Şervanên di eniyên şer de dibêjin ku moralê wan hezar carî baş e.
Şer bi dijwarî dewam dike
Li aliyê din êrişên xwekujên çeteyên DAIŞ´ê dewam dikein. Pêr di êrişeke bi mekîneyeke bombebarkirî de çend rojnamevan birîndar bûn.
Li gorî agahiyên rojnamevanên birîndar di ser înternetê re parvekirî, li taxa hatî rizgarkirin a bi navê El-Maşlab a li rojhilatê Reqayê, maşîneke bombebarkirî a DAIŞ´ê karîbû xwe bigihîniyê.
Rojnamevanê ji saziya Arab 24´ê , Yazir Othman da zanîn ku di encama êrişa çeteyan de çend birînên sivik ji ber parçeyên caman birîndar bûne: "Em li taxeke ewle bûn, me dît bi carekê ew wesaît ji binê erdê hat, me nedizanî ew ji ku ve hat."
Rayedarên QSD´ê dan zanîn ku rojnamevanekî Kurdistan 24´ê jî birîndar bûye.
REQA