Li navçeya Silopî ya Şirnexê şervanê YPG'ê Suat Kahraman (Serhildan Spêrtî) di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da ji aliyê dehezaran kesî ve hate oxirkirin. Piştî ku cenazeyê Kahraman ji aliyê malbata wî û endamên MEYA-DER'ê ji Rihayê hat wergirtin di têketina Silopî de ji aliyê konvoyek ji sedan wesayîtan pêk dihat hat pêşwazîkirin. Piştî ku cenazeyê Kahraman anîn Mizgefta Şehîdan a li taxa Cûdî hevserok û rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên Silopî, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi dehezaran welatiyan bi dirûşma, "Şehîd namirin" cenaze pêşwazî kirin. Piştî li vir wecîbeyên olî pêk anîn ciwanan cenazeyê Kahraman hilda ser milê xwe û tevî dehezaran welatiyan heya Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û şervanê YPG'ê Suat Kahraman (Sehildan Spêrtî) hatin hilgirtin. Her wiha bênavber dirûşmên, "Bijî Serok Apo" , "Şehîd namirin" , "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî ku girse gihîşt goristanê cenazeyê şervanê YPG'ê Kahraman bi tilîlî û dirûşma "Şehîd namirin" hat definkirin.  


Li Tersûsê merasîma cenaze

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Harun Ozmen (Devran Amed) ê ku di 15'ê Sibatê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Tarsusê hate definkirin. Cenazeyê Ozmen li taxa Mîthatpaşa ya navçeya Tarsusê ya Mêrsînê ji aliyê sedan kesan ve bi meşekê anîn Goristana Bajar a Tarsusê. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Ozmen hatin hilgirtin û dirûşma "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Polîsan li nêzî Nexweşxaneya Omer Sayar bi hinceta pankart û posteran pêşiya girseyê girt û êrîşî girseyê kir. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn û 5 kes jî hatin binçavkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ozmen li Goristana Bajar a Tarsusê bi dirûşme û duayan hate definkirin. 


 ŞIRNEX/MÊRSÎN