Cenazeyên şervanên YPG’ê Ehmed Mihemed (Welat Gabar) ku di 7’ê Hezîranê de li gundê Erne yê li başûrê Kobanê di çalakiyeke fedayî de, Mihemed Mirşid (Fedekar Kobanê) ku di 7’ê Hezîranê de li gundê Çortank di encama teqîna mayînekê de û Mistefa Berewad (Karker Kobanê) ku li gundê Xan Mamed jiyana xwe ji dest dabû, li Kobanê hatin definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Evdal Tok (Rûbar Bêkes) ê ku di 6'ê çotmeha 2014'an de li Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hate definkirin. Cenazeyê Tok piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê hate wergirtin û bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez û Ferhat Encu, nûnerên saziyên û gelek welatiyan anîn goristanan navçeyê. Bi hezaran kesên li pey wesayîta cenaze dimeşiyan dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kirin. 


 KOBANÊ/ŞIRNEX