Cenazeyên şervanên YPG’ê yên di şerên li dijî Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El Nusra de şehîd ketin, bi merasîman hatin oxirkirin. Cenazeyên şervanên YPG’ê yên bi navê Çekdar Amed, Rustem Botan, Zinar Dêrik û Endama Tevgera Jinên Cîwan ên Şoreşger Canfîda Rojava ku di encama êrîşa bombeyî de şehîd ket, ji Nexweşxaneya Wetanî ya Dêrîkê hatin girtin û bi sedan wesayîtan ber bi Goristana Şehît Xebat Dêrik ve hatin birêkirin.

Piştî êrîşên întîharî yên çeteyên Cephet El-Nusra, Saziya Malbatên Şehîdan diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiya gel merasîm û civînên gel yên girseyî pêk neyînin. Lê gelê Kurd şervanên YPG’ê bi tenê nehiştin û bi hezaran li pêşiya Nexweşxaneya Watanî ya Dêrikê kom bûn.

Bi alan xemilandin

Tabûtên şervanên YPG’ê ku bi alên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin, li ser milê şervanên YPG’ê ji nexweşxaneyê hatin derxistin û li wesayîtan hetin siwarkirin. Wesayîtên bi wêneyên mezin yên şervan û alên YPG’ê hatibûn pêçan.
Dema ku cenazeyên şervanê YPG’ê gîhiştin Goristana Şehîd Xebat Dêrik demên hestewar hatin jiyankirin. Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li vir li ser navê malbatan axaftin hatin kirin. Bavê Çekdar Amed û Rustem Botan axivî û diyar kir herdu kurên wî ji bo azadiya gelê Kurd xwe feda kirine.
Piştî axivtinan cenazeyên şervanên YPG’ê û endama Ciwanên Şoreşger bi dirûşim û tîlîliyan spartin axê.

Li Dirbêsiyê merasîm

Cenazeyên şervanê YPG’ê Enwer Qoqyanî, endamên Asayîşê Mistefa Îso û Dawûd Seydo, zaroka bi navê Nalîn Teqreq a 11 salî jî li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê hatin definkirin.
4 cenaze şevê berîn ji aliyê sedan welatiyên ji Dirbêsiyê û Serêkaniyê ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hatin wergirtin û piştî merasîmekê ber bi Goristana Şehîd Rustem Cudî ve hatin birêkirin.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan malbatên Mistefa Îso, Dawûd Seydo, Enwer Qoqyan û Nalîn Teqreq axaftin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Kurd dê heta dawî li ser riya cangoriyên azadiyê û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bimeşe. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdulîlah Erebo jî axivî û êrîşên çeteyên El-Nusra şermezar kirin. Erebo helwesta hin partiyên Kurdî jî rexne kir û da zanîn ku hin partiyên Kurdî jî piştgiriya El-Nusra dikin.
Piştî axaftinan çar cenaze bi karwanekî wesayîtan birin gundê Berkevirê û li Goristana Şehîd Rustem Cudî spartin axê.
 

ANHA/DÊRIK




‘Em ê şoreşê bilind bikin’

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, derbarê êrîşa bombeyî ya li gundê Zexîre pêk hatibû û di encamê de 2 endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku siyaseta ku gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê dide meşandin, rengê siyaseta cîhanê daye guhertin û divê cîhan jî israra gelê Kurd a serketinê bibîne.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku her du endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Berivan Murad û Şîlan Celal ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, ji roja destpêkê heta ku jiyana xwe ji dest dane bi sekn û jiyana xwe di xeta jina azad de israr kirine û bûne mînak.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger nahêle ku dîroka komplo û xiyanetê xwe dubare bike, li hemberî van hewldanan wê xeta şoreşê bilindtir bikin û ev bang hate kirin: “Em bang li tevahiya jinên ciwan dikin ku tevli nava refên YPJ’ê bibin, şoreşa Kurdistanê bixemilînin û xwedî li têkoşîna her du hevalên me yên jin derkevin. Li  ser vî esasî em soz didin ku em ê şopdarên wan bin.”

DÊRIK